Li Marmarayê li dijî tundî, binpêkirin û şer dengê hevpar

  • 21:32 25 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên cuda yên Mamarayê jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de daketin qadan û li dijî polîtîkayên serdestiya mêr, tundî û binpêkirina keda jinê banga têkoşînê kirin.
 
Li bajarên cuda yên herêma Marmarayê jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî daketin kolanan û li dijî binpêkirina keda jinê, newekhevî û polîtîkayên dewletê dengê xwe bilindin. Li Bursa, Kocaelî û Tekîrdagê jin meşiyan û daxuyanî dan. Di me çalakiyan de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
 
Bursa
 
Platforma Jinan a Bursayê ji Qada Fomara ya navçeya Osmangazî  heta Qada Bajar meşiyan. Jinan pankara ‘Li dijî tundî, binpêkirin û newekheviyê  bi hev re têkoşîn bi hev re azadî’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û metna daxuyaniyê ya Tirkî Ceylan Dundar û Merîç Kara ya Kurdî jî Rewşen Tarhan xwend.
 
‘Bila mafê jiyana jinan bikeve bin ewlehiyê’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 10 mehên ewil yên salê de herî kêm 245 jin hatine qetilkirin û 273 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Tenê di meha cotmehê de 20 jin hatin qetilkiri nû 39 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Jin ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetiklirin.Êrîşên li dijî jinan tenê bi cînayetan sînor nîne. Gulîstan Doku ji 2020’an de ye winda ye. Rojîn Kabaîş bi guman jiyana xwe ji dest da û hîna bûyer nehatiye ronîkirin. Divê Peymana Stenbolê ji nûve bikeve meriyetê û qanûn 6284 pêk bê. Bila mafê jiyana jinan bikeve bin ewlehiyê.”
 
Kocaelî
 
Bi banga Platforma Jinan a Kocaeliyê li navenda bajar daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Îlkay Denîz Torun daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bertek nîşanê komkujiya Dîlovasi û şert û mercên bê ewle yên xebatê, binpêkirina keda jinê  dan û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
 
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keda jinê li her her qada jiyanê tê binpêkirin û hat diyarkirin ku keda wanne hêza kar a erzan û jiyana wan ne hesabê karê ye û wiha hate gotin: “Jiyana jinê, keda jinê ne mijara bazarê ye. Divê hemû beprisên komkujiya Dîloavasi hesab bidin. Divê tu bepirs neyê parastin û serê bûyerê neyê girtin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Em ê yeke din kêm nebin’, ‘Jiyana me ya me, mafên me ya me ye’, ‘bijî piştevaniya jinan’ bidawî bû.
 
Tekîrdag
 
Bi Pêşengiya Piştevaniya Jinan a Çerkezkoy li Qada Şaredariya Çerkezkoy daxuyanî hat dayîn. Jinên li dijî tundiya mêr, xizanî û şer hatin gel hev, daxwaza jiyanek azad û aştiyê anîn ziman.
 
Daxuyanî ji aliyê Ceylan Kanmaz ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku barê herî giran yê krîza aborî û polîtîkayên şer jin hidigirin û wiha hate gotin: “Jin şer naxwazin. Jin xizaniyê naxwazin. Jin paşverûtiyê naxwazin. Jin ne serîtewandinê jin azadiyê dixwazin. Jiyanek azad, wekhev û bi rûmet. Em li dijî tundî û bêcezahiştinê ligel hevin. Em hêza xwe ji xwişkên xwe yên ligel xwe ne digirin. Riya aştiyê jî ji rêxistibûna jinan derbas dibe.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.