Li Wanê li dijî Tundiyê meşa azadiyê
- 18:39 25 Mijdar 2026
- Rojane
WAN - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, jin li Wanê hatin cem hev da ku daxwaza jiyaneke bê tundî û azadî bikin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), jin li pêşiya navenda danûstandinê ya "Van AVM"yê kom bûn û amadekariyê dikin ku ber bi Qada Bajêr ve bimeşin. Di vê meşê de "Dayikên Aştiyê", Parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyigit, her wiha nûnerên gelek rêxistinên jinan û gelek jinên din cih digirin.
Di çalakiyê de pankartek ku li ser: “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” jî hat hilgirtin. Beşdar bi berdewamî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî têkoşîna jinan” berz dikin.
Berdewamiya nûçeyê tê…









