KESK: Em li cihê kar ne di ewlehiyê de ne

  • 18:30 25 Mijdar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a Şaxa  KESK’ê ya Şirnexê, di daxuyaniya ku ji bo 25’ê Mijdarê hat dayîn de got: "Em ne li malê, ne li kolanê û ne jî li cihê kar di ewlehiyê de ne."
 
Meclîsa Jinan Şirnexê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şirnex, bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî  da. Di çalakiyê de ku li pêşiya nûnertiya Cizîrê pêk hat, pankarteke bi nivîsa : "Em ne li malê, ne li kolanê û ne jî li cihê kar di ewlehiyê de ne; werin em xwe birêxistin bikin û têkoşînê berfireh bikin."
 
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şirnexê, Gulîstan Mirzaoglu ve hat xwendin.
 
Gulîstan Mirzaoglu bal kişand ser wê yekê ku jinên di nava hêza kar de rûbirûyê newekheviyê, mûçeyên kêm, nebûna ewlehiya kar, cudakarî, tacîz û zordariya li cihê kar dibin û got: “Mirinên li cihê kar, kontrolên kêm û şert û mercên xebatê yên ku jiyana karkeran paşguh dikin, hîn jî dibin sedema windakirina jiyana mirovan. Karê lênêrînê yê jinan û xebata wan a bêpere ya li malê, nayên dîtin û tên paşguhkirin. Kêmbûna navendên lênêrîna zarokan tevî wê rastiyê ku berpirsiyariya lênêrîna zarok, pîr û kalan û nexweşan li ser milê malbatê,û di nava malbatê de jî li ser milê jinan tê hiştin rê li ber tevlîbûna jinan a di nava hêza kar de digire. Jin gelek caran neçar dimînin ku di karên bêewle, nefermî û bi mûçeyên kêm de bixebitin. Di heman demê de, jinên ku di sektora giştî de dixebitin, rastî sirgûnkirin, guhertina cihê kar a bi zorê, gef, zext, dûrxistin, hewldanên ji bo bêrûmetkirinê, tacîz û tundiya derûnî tên. Rêya ji holê rakirina newekheviya jinan di nava hêza kar de, ne ew e ku karê wan hîn bêewletir were kirin, berevajî vê, divê şert û mercên xebatê yên wekhev, ewle  bên dabînkirin. Divê xizmetguzariyên lênêrînê wekî berpirsiyariyeke giştî bên qebûlkirin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.