Dayikên Aştiyê:Ji bo aştiyê çi bikeve ser milên me em ê bikin
- 09:04 13 Mijdar 2026
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX- Dayikên Aştiyê ku bi dirûşma ‘ji bo aştiyê gavê bavêje’ di 1’ê Mijdarê de çûn Enqereyê wiha gotin: “Ji vir şûnde ji bo aştiyê çi pêwist bike em ê bikin.”
Dayikên Aştiyê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, girtiyên siyasî bên berdan û di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber bên avêtin bi dirûşma ‘ji bo aştiyê gavê bavêje’ di 1’ê Mijdarê de ji 24 bajaran çûn Enqereyê. Ji 300’î zêdetir Dayikên Aştiyê di 2’ê Mijdarê de li Parka Kurtuluş nobet girtin û di 3’ê mijdarê de heyetekê partiyên siyasî ziyaret kir. Heyeta ji Dayikên Aştiyê pêk dihat, li meclîsê bi Yenî Partî, Yenî Yol, CHP, MHP û AKP’ê re hevdîtin kirin. Ligel vê bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re jî hevdîtin irkin. Dîsa di 4’ê Mijdarê de heyeteke ji Dayikên Aştiyê pêk dihat bi serokê meclîsê Numan Kurtulmuş re li meclîsê hevdîtin kir.
Dayikên Aştiyê yên ji Cizîra Şirnexê çûn Enqereyê ji ajansa me re axivîn.
‘Me çûyîna Enqereyê ji bo pêvajoyê erênî dît’
Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr da zanîn ku ji bo pêvajo bi ser keve çûne Enqereyê û wiha got: “Çar meh şûnde pêvajo du salên xwe tije dike.Lê tevî vê dewletê hîna gav navêtiye. Her tişt ji meclîsê derdikeve. Me çûyîna xwe ya di vê pêvajoyê de erênî dît. Em li wir baş pêşwazî kirin. Me li wir nobet girt. Em li komên cuda veqetiyan. Beşek çûn meclîsê, beşek çû bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Ez di koma meclîsê de bûm. Hemû dayikên çibûn wir êş kişandibûn. Tevî vê ji bo aştiyê ketin rê. Zarokên me têkoşînek bi rumet meşandin û divê wisa bidome.”
‘Divê di serî de girtiyên nexweş bên berdan’
Şîrîn Demîr di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan û hemû girtî azad bin û wiha vegot: “Divê ewil girtiyên nexweş bên berdan. Divê cenaze ji girtîgehan dernekevin.Ji bir şûnde ji bo aştiyê çi ji destê me bê em ê bikin. Bila êdî xwîn nerêje, kezeba dayikan neşewite. Em çawa ji bo aştiyê çûn wir me xwest ku dayikên leşker û polîsan jî bên wir. Barê aştiyê ne tenê li ser milê me ye. Divê ji bo rawestandina xwînê gav bên avêtin. Serokê me azad nebe em jî ne azadin.”
‘Divê ji girtîgehan cenaze dernekevin’
Sabriye Erdogan jî axivî û daxuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan du sal e ji bo aştiyê têdikoşe û wiha bi lêv kir: “Tirkiye hîna gavê navêje. Em bi daxwaza aştiyê çûn Enqereyê. Bila kes nemire, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin. Bila aştî bê. Em nasname û mafên xwe dixwazin. Bila zarokên kesî nemirin. Em ji bo edaletê çûn Enqereyê me nobet girt.Em çûn meclîsê, me bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. Hevdîtin erênî derbas bûn. Bila êdî xwîn nerêje û kes negirîn.”
‘Ji bo aştiyê em ê her tiştî bikin’
Mevlude Gungen jî destnîşan kir ku ji bo aştiyê ji her derê dayikên Aştiyê çûne Enqereyê û wiha bi lêv kir: “Me nobet girt. Hewa ne baş bû, baran hebû. Tevi vê ji bo aştiyê me di wê baranê de nobet girt. Daxwaza me aştî ye. Divê êdî em gavên şênber bibînin. Divê em destvala nemînin. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Bila her kes tevli pêvajoya aştiyê bibe. Em jî nasname û zimanê xwe dixwazin.Çi bikeve ser milên me ji bo aştiyê em amade ne.”
‘Bila ji bo aştiyê bên gel hev’
Hatîce Baytur jî ev nirxandin kir: “Me hemûyan di şer de canê xwe winda kirin. Kezeba dayikan pir şewitî. Tevî van êşan em meşiyan Enqereyê. Em ji bo aştiyê çûn wir. Bila êdî tu kes nemire, bila xwîn nerêje. Me nobet girt, hevdîtin kirin. Hevdîtin baş bûn, girîng bûn. Em dixwazin aştî bê welat. Bila ji bo aştiyê her kes bên gel hev.”







