Jinan ji bo 25'ê Mijdarê li Tirbespiyê civînek pêk anîn

  • 14:00 12 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li Tirbespiyê civînek organîze kir.
 
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê civînek li Mala Êzidiyan a Tirbespiyê li dar xist. Di civînê de jinên endamên saziyên civaka sivîl amade bûn.
 
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir û rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî Hediya Şemo axivî. Hediyayê da zanîn ku ew ê li hember tundî û zilma ku li ser jinan têkoşînê bidomînin û got: “Em ê ji bo azadiya jinan her li qadan bin."
 
Hediya Şemo diyar kir ku bi hezaran pêşeng û şehîdên wan hene, ew ji bo azadiya tevahiya jinan bi salan tê têkoşîne û şehîd bûne û wan bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
Di dawiyê de Hediya Şemo bang li hemû jinên cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin û li hemberî zilmê tu carî bê deng nemînin.