YRJ: Êrîşa li ser Ajansa Nûjinha destdirêjiya li ser çapemeniyê ye
- 16:05 7 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ)’ê têkildarî êrîşa sîber a ku duh êvarê li dijî ajansa Nûjinha pêk hat daxuyaniyek çapemeniyê da. YRJ’ê tekez kir ku ew ê her dem piştgiriya dengê rastiyê bin.
Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ)’ê têkildarî êrîşa sîber a ku duh êvarê li dijî ajansa Nûjinha pêk hat daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner ya bajarê Qamişloyê û bi tevlîbûna Rojnemevanan û şervanên YPJ’ê hat dayîn.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Rojnamevan Avaşîn Hêlîn û bi zimanê Erebî jî rojnamevan Yara Mihemed ve hat xwendin.
Daxuyaniya YRJ’ê diyar kir ku ev êrîş destdirêjiyeke li ser azadiya çapemeniya azad.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Em wek Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) êrîşa sîber a ku Ajansa (NûJINHA) kir armanca xwe bi tundî şermezar dikin. Em wek YRJ’ê vê êrîşê wekî destdirêjiyek li ser azadiya çapemeniyê û mafê gihîştina agahiyan dibîne û wekî hewldanek ji bo bêdengkirina dengên azad ên ragihandinê ku rastiyê vediguhêzin û dozên jin û civakê nîşan didan, dinirxînin.
‘Armanc astengkirina karê saziyên ragihandinê ye’
Ajansa (NûJINHA) rastî êrîşeke sîber hat ku di encamê de hejmareke zêde ya nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatin jêbirin û weşandina nûçeyan ji bo demekê hat sekinandin, berî ku tîmên teknîkî dîsa karibin xizmeta malperê vegerînin. Armancgirtina saziyên ragihandinê bi rêya êrîşên elektronîk, xetereyeke rasterast li ser xebata rojnamevaniyê ya pîşeyî ava dike. Armanca vê yekê astengkirina karê saziyên ragihandinê ye da ku rê li ber rênasandina nûçe û agahiyan ji raya giştî re bigirin.
‘“Handala” û “Eksena Berxwedanê” ragihandine ku ew ê êrîşên sîber berdewam bikin’
Koma ku berpirsyariya vê êrîşê girtiye ser xwe û xwe wekî “Handala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav dike, gef li Kurdan, saziyên ragihandinê û rojnamevanan (jin û mêr) xwariye. Vê komê ragihandiye ku ew ê êrîşên xwe yên sîber berdewam bike û îdîa kiriye ku agahî li ser malpera ajansê di destê wan de hene.
‘Ajansa tekez dike ku ew ê her karê çapemeniyê dewam bike’
Li aliyê din, Ajansa (NûJINHA) di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev êrîş ne tenê teknîkî ye, daxwazeke siyasî ye ji bo bêdengkirina dengê jinan û çapemeniya serbixwe û azad. Ajansê her wiha destnîşan kir ku tevî hemû gefan, ew ê xebatên xwe yên ji bo ragihandina dozên jinan, rûmeta rastiyê û parastina azadiya ramanê berdewam bike.
‘Tu êrîş nikare pêşiya demgê rastiyê bigire’
Li ser vê bingehê, em wek YRJ’ê piştgiriya xwe bi Ajansa (NûJINHA) re û hemû xebatkarên wê re radigihînin. Em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên parastina azadiya ragihandinê dikin ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyên ragihandinê ji van êrîşan bigirin û ji aliyên berpirsyar hesab bê xwestin. Em tekez dikin ku êrîşên wiha nikarin rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên jin ji berdewamkirina peyama wan a pîşeyî rawestînin, berovajî vê yekê, ew ê biryardariya wan a ji bo parastina azadiya ramanê û mafê civakê yê zanînê xurttir bikin.
‘Azadî ji bo ragihandina azad’
Hêjayî gotinê ye ku Ajansa (NûJINHA) her dem hewl dide ezmûnên jinan bide pêş, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê belge bike û balê dikşîne ser wan dengên ku ji aliyê zihniyeta serdest ve tên paşguhkirin.”







