Meclîsa Îştar gotinên zayendperest li dijî jinên Kurd şermezar kir
- 16:13 7 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî hişmendiya qirêj ya kesên nijatperest ên Tirkiyê ku li hemberî jinên Kurd pêşketiye, daxuyaniyek nivîskî weşandin û êrişên li ser jina Kurd şermezar kir.
Meclîsa Îştar a Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî hişmendiya qirêj, gotinên zayendperest û neteweperest ên Rahmî Koç daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Bila qatîl, noker û sîstema mêr dewletê baş bizanane; nêzîkatiya li jina Kurd û giştî jinên cîhanê, nêzîkatîya li rûmeta mirovaiyê û pîvanên azadîyê ye!
Em wekî Meclîsa Îştar, gotinên qirêj, gemar û kîndarî yên ku vê dawiyê ji aliyê kesekî bê ehlaq ê bi navê Rehmî Koç ve li dijî kesayet, nasname û rumeta jina Kurd hatî ziman, bi tundî şermezar dikin. Ev êriş ne tenê daxuyaniyeke kesane ye, ev daxuyanî hişmeniya qirêj a qatîlê maskekirî ye di xwazin vîna civaka azad di kesayeta jin de bişkênine. Îro li Kurdistanê û cîhanê, qatîlên maskeyên ‘parêzerî’ ‘siyasetmedarî’ yan jî ‘welatparêziyê’ didin ber rûyê xwe, herî zêde êrişî jina Kurd dikin. Ji ber ku em baş dizanîn şoreşa Kurdistanê şoreşeke jinê ye. Ew maskeyên ku li rûyê xwe dikin, rûyê wan ê kujer, faşîst û dij jin na veşêre. Kesên weke Rehmî Koç û hevalbendên wî, berhemên herî pîs ên wê sîstema qirkerin, pergala xwe li ser xwîn û kedxwarîya jinê avakirine.
Rêber Apo dibêje ‘Azadiya civakê di azadîya jinê de ye, jina Kurd bi vê felsefeyê jinav xwelîya xwe zindî bû, bû xwedî artêş, vîn û pêşengiya mirovahiyê dike. Êrîşên li dijî jina Kurd, di eslê xwe de êrişên li dijî vê felsefeya rizgiyêne’. weke Meclîsa Îştar em li ser bingeha felsefeya Rêbertiya xwe tînin ziman.
Felsefeya Rêber Apo xeta meya sore. Em bi paradigma Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojî û azadîxwazîya jinê mezin bûn, tu hêz, tu qatîl û tu zimanê qirêj nikare vê vîna azad ku di dil û mejîyê me de şîn bûye, têk bibe. Têkoşîna me dê berfirehtir bibe, bersiva meya herî mezin ji bo van êrişan, bilind kirina asta rêxistinbûna jinê û belavkirina felsefeya azadiyê ye.
Li ser vî bingehî em dibêjîn em weke jina Kurd û civaka Kurd bêdeng namînin. Li hemberî her cure êrişên zayendparêz û netewperest, emê asta têkoşîna xwe bilintir bikin. Nirxên me pîrozin, çand, nasname û bedewîya jina Kurd bingeha avakirina jiyanek azad û wekheve. Tu zimanê qirêj nikare sersamî li vê heqîqetê bike.
Em bang li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikîn ku li hemberî van kujerên qastîk ên qirêj û hişmendiya kujer bibin yek. Bila herkes bizane jina Kurd ne bê kese, xwedî dîrok, artêş û felsefeya birdozîya rizgariya jinê ye. Xeta me ya berxwedanê zelale. Emê tu carî rê nedin ku kesên weke Rehmî Koç û hevalbendên wan ên qirêj nirxên me yên netewî û zayendî bikin amûrê devê xwe yê gemar.”







