'Rêjeya darvekirina jinan ya li Îranê li cîhanê di rêza yekem de ye’

  • 12:44 5 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Çalakvana mafên jinan ya li Îranê Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê bilind bûye, tenê di salekê de 61 jin hatine darvekirin ku ev yek di asta cîhanê de rêza yekeme de ye.
 
Zext, gef û êrişên rejîma Îranê li ser welatparêz, çalakvan û girtiyên siyasî berdewame. Taybet di hedefa rejîma Îranê de jin di rêza yekem de cih digirin. Çalakvana mafê jinan Nedîm Muqereb, di hevpeyvînekê de li gel malpera Radyo Zemane, derbarê rêjeya darvekirinên jinan yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê axivî.
 
Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê zêde bûye û di salekê de herî kêm 61 jin hatine darvekirin ku di asta cîhanê de ev wek rêza yekem tê qeydkirin.
 
Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ya sala 2025’an, Îran nêzîkî ji sedan 80’yî tevahiya darvekirinên tomarkirî yên cîhanê pêkaniye ku ev jî asta herî bilind a piştî sala 1981’ê ye. Nedîm Muqereb diyar kir ku tenê kêmtirî ji sedan 10’ê darvekirinên jinan ji aliyê medyayên fermî yên rejîmê ve tên ragihandin û yên din bi veşartî tên bi cih anîn.
 
Her wiha Nedîm Muqereb destnîşan kir ku ev tundiya sîstematîk tenê dozên sivîl li xwe nagire, heta niha jî gelek jinên girtiyên siyasî û bi raman ên wek Şerîfe Mihemmedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di bin metirsiya darvekirinê de ne.
 
Nedîm Muqereb got: “Heman demê du jinên girtiyên xwepêşandanên vê dawiyê yên bi navên Bîta Hîmetî û Meryem Hûdwend cezayê darvekirinê lê hatine birîn û metirsiyeke giran li ser jiyana Mehbûbe Şebanî û Hedîse Mirwarî heye ku bi tometa ‘şerê li dijî Xwedê (mûharebe)’ tên dadgehkirin û cezayê mûharebeyê jî darvekirine.”
 
Komeleya Parêzvanên Mafên Jinan ragihandin ku bêparkirina tometbaran ji parêzerê serbixwe, bikaranîna êşkenceya zayendî di dema lêpirsînê de û sepandina cezayê mirinê, binpêkirineke eşkere ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovane.