Li dijî biryara nafakayê bertek

  • 13:37 5 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL -Komeleya Pêşî Zarok û Jin diyar kir ku biryara nafakayê mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin hedef digire û got, "Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû rêziknameyên ku jinan ber bi bêewlehiyê û çerxa tundiyê ve dibin bidomînin."
 
Komeleya Pêşî Zarok û Jin li ser medyaya civakî daxuyaniyek li ser biryara Dadgeha Destûrî (AYM) ya betalkirina rêziknameya nafakayê ya bêdawî weşand. Daxuyaniyê destnîşan kir ku hedefgirtina nafakayê hewldanek e ji bo jiholêrakirina mafên jinan ên bi zehmetî hatine bidestxistin e.
 
Daxuyaniyê tekez kir ku êrîşên li ser nafakayê  xizaniyê ne rewşek tenê ya mexdûriyetê ye, lê belê hewldanek e ku jinan bi polîtîkayên paşverû ji mafên wan ên bi zehmetî hatine bidestxistin bêpar bikin. Diyar kir ku pergala nafakayê ne sedema bêewlehiya aborî ya jinan e; sedema rastîn nebûna kreşên giştî, polîtîkayên civakî yên nebaş û tevahiya barê lênêrînê li ser milên jinan e û jinan ji qada kar dûr dixe."
 
'Em van gavên qirêj qebûl nakin'
 
Berdewam daxuyaniyê wiha: "Rêziknameyên ku armanc dikin sînordarkirina nafakayê jinan ji hêla aborî ve bi mêr û malbatê ve girêdayî dikin, bi hinceta parastina malbatê, jinab mehkûmî girtîgehekê dikin ku mafên wan tê de tên desteserkirin û ew neçar dimînin ku bi tundiyê re rû bi rû bimînin. Em ne sînordarkirina nafakayê û ne jî van gavên qirêj yên ku dê xizaniya jinan kûrtir bikin qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe li dijî hemû rêziknameyên ku jinan ber bi bêewlehiyê û çerxek tundiyê ve dibin bidomînin."