Li Îskenderûnê ‘Nobeta Aştiyê’ hat destpêkirin

  • 13:55 16 Gulan 2026
  • Rojane
HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê, ji bo piştevaniya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li avahiya komeleyê Nobeta Aştiyê da destpêkirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûn a Hatayê, ji bo piştgiriya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, çalakiya Nobeta Aştiyê da destpêkirin. Nobet, li avahiya komeleyê hate girtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes hatin serdanê. Li eywana nobetê pankarta “Ji bo demokrasiyê deng bide aştiyê” hate daliqandin. Hevserokê Şaxê Yûsûf Berkyurek di çalakiyê de bang kir ku dewlet biryarên DMME û AYM’ê bicih bîne. 
 
Yusuf Berkyurek, bi domdarî got: “Ji bo ev firsenda bi bêpevçûnî û bêçekbûnê hatiye bidestxistin veguhere aştiyeke mayinde, hewceye gavên siyasî û hiqûqî di demekî herî kin de bikevin meriyetê.” 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Îskenderûnê Ozgur Vural jî anî ziman ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e û got: “Divê edaleta civakî pêk were. Aştî, jiyana azad a jinan, hêviya ciwanan a ji pêşerojê, jiyaneke insanî ya teqawidan, wergirtina heqdestê xwe ya karkeran û talannekirina xwezayê ye.”