Li Îskenderûnê ‘Nobeta Aştiyê’ hat destpêkirin 2026-05-16 13:55:16   HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê, ji bo piştevaniya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li avahiya komeleyê Nobeta Aştiyê da destpêkirin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûn a Hatayê, ji bo piştgiriya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, çalakiya Nobeta Aştiyê da destpêkirin. Nobet, li avahiya komeleyê hate girtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes hatin serdanê. Li eywana nobetê pankarta “Ji bo demokrasiyê deng bide aştiyê” hate daliqandin. Hevserokê Şaxê Yûsûf Berkyurek di çalakiyê de bang kir ku dewlet biryarên DMME û AYM’ê bicih bîne.    Yusuf Berkyurek, bi domdarî got: “Ji bo ev firsenda bi bêpevçûnî û bêçekbûnê hatiye bidestxistin veguhere aştiyeke mayinde, hewceye gavên siyasî û hiqûqî di demekî herî kin de bikevin meriyetê.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Îskenderûnê Ozgur Vural jî anî ziman ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e û got: “Divê edaleta civakî pêk were. Aştî, jiyana azad a jinan, hêviya ciwanan a ji pêşerojê, jiyaneke insanî ya teqawidan, wergirtina heqdestê xwe ya karkeran û talannekirina xwezayê ye.”