‘Ev projeyên talanê tenduristiya gel dikin xeterê’
- 09:10 9 Gulan 2026
- Ekolojî
Buşra Turan
ÎDIR - Hevşaredara bajaroka Xelfetiyê Yildiz Tendîk Parîn der barê projeya GES’ê ya ku tê xwestin bê çêkirin de axivî û gut: “Projeyên GES’ê yên dixwestin li mêrgan çêbikin hene. Ev bandor li tenduristiya mirovan dike. Nexweşiyên wekê pençeşêr, KOAH’ê zêde bûne. Ev proje tenduristiya gel dikin xeterê. Em bi îradeya şaredariya demokratÎîk wê li dijî vê hilweşînê bin.”
Projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku tê xwestin li bajaroka Xelfelî ya Îdirê bê çêkirin, xweza, zindiyan û tenduristiya mriovan dike bin tehdîdê. Têkoşîna hiqûqî ya li dijî vê projeyê, ji 3’ê Gulana 2026’an şûnde li dijî krîza tenduristiyê ya kronîk peywira bendê dibîne.
Hevşaredara DEM Partî ya Xelfeliya Îdirê Yildiz Tendîk Parîn der barê mijarê de axivî û bandora projeyên GES’ê yên li ser jiyana gel nirxand.
‘Ocaxa tenduristiyê veguhertine qerekolê’
Yildiz Tendîk Parîn destnîşan kir ku piştî hilbijartinan hatine ser peywirê û got: “Dema em hatin me dît ku serdestiya mêr li her derê hebû. Ocaxa tenduristiyê veguhertibûn qerekolê. Katê yekemîn yê şaredariyê kiribûn ocaxa tenduristiyê. Welatiyên dihatin şaredariyê derenceya şewatê bi kar dianîn.”
‘Şaredarî komun e, komun şaredariye’
Yildiz Tendîk Parîn diyar kir ku li şaredariyê zîhniyeta mêr serdest bûye û wiha domand: “Dema em hatin jin nedihatin şaredariyê. Ji ber deriyê şaredariyê derbas nedibûn. Cihên dan û standinê yên ku mirov hewcedariyên xwe lê peyda dikirin jî wekê ku cihên mêran bûn.Jin ji ber derî jî derbas nedibûn. Di kolanên dawî de derbas dibûn. Polîtîkayên şerê taybet bi awayekî cidî dihatin meşandin. Xebatên jinan tunebûn. Lê em çawa hatin em bi jinan re hatin gel hev. Jin hatin şaredariyê. Jin bi rehetî dihatin û fikrên xwe dibêjin. Daxwazên xwe tînin ziman. Ji ber em dibêjin komun şaredarî ne şaredarî komunin.”
‘Projeyên bandor li tenduristiya mirovan dikin tên kirin’
Yildiz Tendîk Parîn, destnîşan kir ku li Xelfetiyê texrîbatek mezin a xwezayê tê jiyîn û projeyên tên plankirin bandorek neyînî li ser gel dikin. Yildiz Tendîk Parîn wiha dirêjî dayê: “Ev herêm bi sewalkariyê debarê dike. Çavkaniya debarê ya mirovan ji sewalkariyê tên. Jiyana koçeriyê heye. Mirov zivistanê tê havînan diçin zozanan. Qadên mêrgan bi sînorin. Tevî vê li ser mêrgan projeyên GES’ê çêdikin. Me ev proje wek gel bi dehan carî red kir. Me daxwazên xwe anîn ziman. Niha projeyek GES’ê ya ku tê avakirin heye. Heman demê de li bajaroka Hoşhaber jî heye. Nêzî Xelfeliyê ye. Her der dibe ax. Ev bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike. Salên dawî de nexweşiyên koas û pençeşêrê zêde bûne. Zarok her roj nexweş dikevin. Ev proje bandorek neyînî li ser tenduristiya gel dikin.”
‘Li hember xwezayê tehdîdek mezine’
Yildiz Tendîk Parîn diyar kir ku proje rîskên cidî dihewîne û bi taybet jî li hember çavkaniyên avê û qadên kesk tehdîdek mezine. Yildiz Tendîk Parîn wiha vegot: “Ji ber projeyên GES’ê wê çandinî tune bibe. Wê xebateke ekolojîk tunebe. Yekane qada çandiniya bajarokê heye û ger ku xeta trînê jiwir derbas bibe wê jiyan têk biçe. Li Xelfetiyê talan axwezayê heye. Em li dijî vê projeyê ne. Gel naxwaze. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”







