Danîela Pattî: Peyama Ocalan ji bo Ewropayê riyek nû nîşan dide

  • 09:03 10 Kanûn 2025
  • Rojane
Melek Avci/ Elfazî Toral
 
STENBOL - Hevseroka Partiya Volt a Îtalyan Danîela Pattî da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd êdî ne şexsî mîsyonek siyasî ya kolektîf e û got. “Ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê hewce bi tifaqên xurt ên navbera gelê Ewropa û Rojhilata Navîn de heye. Peyama Abdullah Ocalan ji bo Ewropayê riyek nû nîşan dide.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê di 6-7’ê Kanûnê de “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de dabû destpêkirin, di konferansê de tevî tecrûbeyên cîhanê hatin nîqaşkirin. Ji Baskê heta Efrîqeya Başûr, ji Sinn Feinê heta Ingilistanê, Qazaxistan û Belçîkayê dê gelek kes tev li konferansê bûn.
 
Bandora konferansê didome. Yek ji kesên tevli konfernasê bû Hevseroka Partiya Volt a Îtalyan Danîela Pattî bû. Danîela Pattî ji ajansa me re axivî.
 
‘Mijara Kurd mîsyonek siyasî ya kolektîf e’
 
Danîela Pattî balkişand ser pirsgirêka kurd û got riya ku civaka Kurd dişopîne û peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di konferansê de daye gelek girîng e û got: “ Di vê dema ku demokrasiya Ewropayê de şikestinek tê jiyîn, li gorî min em dikarin ji tiştên li vir pêk tên gelek tiştî fêr bibin. Mînak pêvajoya konfederalîzma demokratîk, ev ji bo civakek nû derfetek mezin e. Ev derfet ji bo demorkasiya Ewropayê jî girîng e. Têkoşîna gelê Kurd ne mijarek şexsî ye, mîsyonek siyasî ya kolektîf a ku Ewropa jê pir tiştî fêr bike ye.”
 
‘Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng e’
 
Danîela Pattî bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd tenê wek mijarek navxweyî nayê nirxandin û wiha bi lêv kir: “Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê gelek girîng e. Di asta global de jî girîng e. Ev pêvajo wê ji guherîna herêmê re bi rêve bike. Lê tişta em dibînin hewce bi piştgiriyek xurt a Ewropayê heye. Piştgiriya ji bo doza Kurd gelek girîng e.”
 
‘Peyamên Abdullah Ocalan gelek girîng in’
 
Danîela Pattî balkişand ser peyamên Abdullah Ocalan ya di konferansê de û di vê mijarê de jî wiha anî ziman: “Peyama Birêz Abdullah Ocalan ya ji bo avakirina ‘riyeke nû ya diçe sosyalîzmê’  gelek girîng e. Heyeta navneteweyî ya ji bo piştgiriyê hatiye vir, di esasê de ji bo fêrbûnê û tiştê fêr bûye bibin Ewropayê hatine vir. Ji ber hewcedariya me bi van pêvajoyan bi van nîqaşan heye. Ev nîqaş li welatên me jî tên kirin.”
Danîela Pattî bakişand ser helwesta siyasî û etîk ya ku aştiya li herêmê bê bîne û di vê mijarê de jî ev tişt anî ziman: “Li Ewropayê em di mijdara xwedîderketina bîra civakî de zehmetiyên mezin dikşînin. Şerê li Rojhilata Navîn, qirkirina li Xezayê. Ev di dema şerê duyemîn ê cîhanê û Holokost de li Ewropayê hatin jiyîn. Ev bêguman ji aliyê gelek kesî ve dibe sedema piştgiriya ji bo pêvajoyê. Lê hinek aliyên çep vê qebûl nakin. Ev jî rewşek tevlihev e. Em nikarin di vê mijarê de behsa helwestek zelal a Erwopayê bikin. Yekitiya Ewropayê hewl dide deng derxe lê hinek welat helwestên cuda nîşan didin. Mînak Ispanya û Îtalya. Ev mijarek bîrê ye. Heman demê de mijarek girîng berjewendiya aborî ye. Ji ber vê jî li gel sekna siyasî û çandî berjewendiyên aborî jî raste rast bi bandor e.”
 
‘Em dikarin ji tiştên li Kurdistanê tên jiyîn gelek tiştî fêr bibin’
 
Danîela Patî wiha domand: “Em partiya Volt konfederalîzma demokratîk esas digirin. Em li Ewropayê bi federalîzma Ewropayê bawer dikin. Ev di esasê de wek konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê ye. Divê em hewl bidin ku mirov di vî alî de zêdetir bibin xwedî agahî. Mirov vê baş nizanin. Ditirsin. Li gorî min paradîgmayên ‘civaka demorkatîk- netewa demokratîk’ baş nehatine fêmkirin. Divê em vê baş bidin nasîn. Em dikarin ji tiştên ku li Kurdistanê tên jiyîn gelek tiştî fêr bibin. Di esasê de tiştên em hewce pê dibînin heman tişt in. Divê em pergaleke ku pêvajoyek demokratîk û tevliker dişopîne û çarçoveyek berfireh esas digire ava bikin.”
 
Danîela Pattî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku konferans ji bo avakirina tifaqa navbera civaka Kurd û civaka navneteweyî de gelek girîng bûye û wiha dawî lê anî: “Bi saya gotinên Birêz Ocalan, hedef ev e ku bi hevkariya civakek demokratîk aştî pêk bê. Ji ber vê jî mafên wekhev tunebe aştî jî tuneye. Ev di hevdîtinên aştiyê yên tên meşandin de esasa ewil e.”