Tundî mekanîzma kontrolê ya baviksaler e: Çareserî di wekheviyê de ye
- 09:04 10 Kanûn 2025
- Rojane
Melîke Aydin
MUGLA - Civaknas Ozlem Altinok da zanîn ku sedema tundiyê newekheviya zayendî ye û got bêcezahiştin, polîtîkayên siyasî û çapemenî tundiyê normal dike.
Tundiya li dijî jinan hîn jî pirsgirêkek avahîsaziyê ye ku li her aliyê jiyana rojane li Tirkiyeyê belav dibe. Tevî rêziknameyên qanûnî, kampanya û kampanyayên hişyarkirinê, jin hem di warên taybet û hem jî yên giştî de bi gelek awayên şîdetê re rû bi rû dimînin. Pispor tekez dikin ku ev şîdet ne takekesî ye, lê mekanîzmayek sîstematîk e ku di newekheviya zayendî de kok digire û destnîşan dikin ku polîtîkayên bêcezatiyê, vegotinên baviksalar û nêzîkatiya zayendî ya medyayê di nav faktorên bingehîn ên ku şîdetê normalîze dikin de ne.
Jinên ku me mîkrofon dirêjî wan kir got ku rêxistinên jinan bi tena serê xwe di têkoşîna li dijî tundûtûjiyê de têrê nakin û divê çareseriyên radîkal ên wekî sepandina bi bandor a qanûnan, piştgiriya giştî, perwerdehiya wekheviya zayendî û parvekirina xebata lênêrînê di planên çalakiya awarte de cih bigirin.
'Tundiya li ser jinê li her qadê tê dîtin'
Civaknas Ozlem Altinok da zanîn ku cureyê tundiyê yê li ser jinê li her qada jiyanê tê dîtin û got tundî mekanîzma kontrolê ya baviksalar e. Zeynep altinok jî diya kir ku polîtîkayên bêcezahiştin û binpêkirinên qanûnî newekheviyê giran dike. Her wiha jinên din yên ji mîkrofonên me re axivcîn jî diyar kirin ku divê demidlest planên çalakiya lezgîn bikevin dewrê.
‘Tundî ji bo berdewama pergala baviksalar e'
Ozlem Altinok got armanca tundiya li ser jinan kontrolkirina jinê û berdewamkirina pergala baviksalar e û got: “Cureyên tundiyên yên zayendî, fîzîkî, psîklojîkû hestî hene. Mînak mêrek xwarina tê ber rexne bike û ev ji xwe tundiye. Jinên van heqeretan qebûl nekin jî bi cureyên din yên tundiyê re tên rû hev. Polîtîka bêcezahiştinê, pêknehatina qanûnan, berdewamaiya newekheviyê ye.”
‘Di çanda tundiyê de bandora çapemeniyê mezine’
Zeynep Altinok jî diyar kir ku di hemû qanûnan de beşek mezin a civakê ji perspektîfa wekheviya zayenda civakî bêpare û wiha got: “Aşkerakirina tundiyê fikara ku ji aliyê civakê ve neyê qebûlkirinê diafirîne. Tirsa ku wê bandorê neafirîne, encamê negire heye. Jin ji ber qelsiya zanînê di alî xwegîhandina edaletê de jî pirsgirêkên cidî dijîn. Li Tirkiyeyê çapemenî di bin zextan de ye. Kanalên muxalîf jî têde hemû qad ji aliyê mêran ve tên rêvebirin. Di çanda tundiyê de bandora çapemeniyê mezin e.”
‘Divê gotinên zayendperest bên tunekirin’
Zeynep Altinok zimanê çapemeniyê jî nirxand û got: “Divê wekheviya zayenda civakî bikeve jiyanê. Divê di her qada jiyanê de ev gotin ji holê bên rakirin. Ji perwerdehiyê heta çapemeniyê divê li vê baldar bin û zimanê ku tundiyê rewa dike neyê bikaranîn. Newekheviya zayendî ji gelek sedeman pêk tê. Bênirxkirina keda jinê, jinên kedê didin wek hêza erzan a kar tên dîtin. Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin divê der barê keda jinê de razemeniyên cemawerî bên kirin. Ji bo malên bê tundî divê planên çalakiya lezgîn yên ku rêxistinên jinan û rêxistinên maf jî têde hene bên avakirin.”
‘Rêxistinên jinan têrî tunekirina tundiyê nakin’
Seroka Komeleya Jinan a Benim Adim Emek Nahîde Uçar jî daxuyakirin ku tevî biryarên tedbîran gelek jin hatine qetilkirin û ji bo pêşî li tundiya li ser jinan bê girtin, divê jin mafên xwe bizanibin û xweparastina xwe bizanibin. Nahîde Uçar wiha bi lêv kir: “Divê jin bizanibin ku dema carekê tundiyê bibînin wê berdewama wê bê. Dema biryara tedbîrê tê girtin polîs 24 saetan li ber malê nasekine. Peymana Stenbolê jin diparast. Stargeh cihên ku jin diçin lê dimîne ne. Lê li stargehan girtî mayîn jî ne titşekî başe. Lê ger ku der barê îstîhdamê de tiştek bihat akirin wê jin bikarîbûna li ser piyên xwe bisekiniyan. Têkoşîna li dijî tundiyê bi piştgiriya dewletê dikare biserkeve.”
Nuray Demîrel jî wiha vegot: “Ji bo tundî bidawî bIBE divê zarok di hawirek baş a malbatê de mezin bibin. Divê em ji zarokên xwe re bibin mînak. Zaork piştî lîseyê êdî dibin zarokên civakê. Bila li saziyên perwerdê zarokên me baş bên gihandin. Zarok heta temenê 18’yî tundiyê zayendiyê dijîn. Piştre jî jiyaneke ne baş dijîn.”
‘Zîhniyet bi perwerdê dikare biguhere’
Melahat Aydin jî destnîşan kir ku tundiya li ser jinan zêde bûye û got: “Stargeh ne çareserî ye. Divê ewil zîhniyeta mêr biguhere. Ji bo vê jî divê saziyên perwerdehiyê bikevin dewrê. Perwerde biguhere wê mêr jî biguherin.
Karkera malê Sumru Buyukkoşar jî ev tişt got: “Pêkanînên wek KADES’ê erênî ne lê têr nakin. Divê gumanbar cezayên giran bigirin. Her tim mêr eas tên girtin. Dema jin nekeve plana pêş wê guherî bibe?Divê ewil jin esas bên girtin.”
Denîz Guzel jî diyar kir ku hejmara saziyên jinan zêde bibin jî têr nakin û got dewlet piştgiriyê nade van saziyan û got gelek sedemên ku piştgiriyê didin tundiya mêr hene.
Ayşe Çoban destnîşan kir ku ew tevli bernameyên şaredariyê dibin lê têr nake û got: “Koroyên çareseriyan hene. Kafe hene. Em bi hevalan re tên gel hev. Ev ji bo me başe lê têr nake. 15 hezar mûçeyê min heye. Em bi zor debarê dikin. Xanî bihane. Kirê bihane. Ev bandorek mezin li jinan dikin.”
Xwendekara zanîngehê Yagmur Zengîn jî diyar kir ku jinên ciwan bi taybet ji aliyê mêran ve tundiya psîkolojîk li wan tê kirin û wiha dawî lê anî: “ Rêxistinên jinan hene lê aghaiya jinên ciwan pir pê tune ye. Yên dizanin divê yên nizanin agahdar bikin. Tundî nayê axaftin. Em dixwazin der barê saziyan de bibin xwedî agahî.”







