Runiştina gumanbarê destdirêjiyê hat taloqkirin
- 18:28 9 Kanûn 2025
- Hiqûq
WAN – Yekemîn runiştina gumanbarê ku destdirêjî li neviya xwe kiribû li Dadgeha Ceza Giran a Erdîşê hat dîtin.
Di 14’ê Hezîrana 2024’an de li navçeya Bêgirî ya Wanê der barê dumanbarê ku destdirêjî li neviya xwe kiribû de ji sûcê ‘îstîsmara li hember neviya xwe’ doz hat vekirin. Yekemîn runiştinadozê li Dadgeha Ceza Giran a Erdîşê hat dîtin. Gumanbar û parêzerên wî tevli runiştinê bûn. Komeleya Çapemenî û Mafê Zarokan û Komîsyona Mafê Zarokan a Şaredariya Erdîşê tevli runiştinê bûn.
Di Odeya Hevdîtina Edlî de ligel Pisporan îfadeya zarok hat girtin û zarokê da zanîn ku malbatê tundî dîtiye û kalê wê destdirêjî lê kiriye.
Piştî tespîtkirina nasnameyan runiştinê dest pêkir.
Dayika zarokê mafê axaftinê girt û got piştî ku di tevgerên zaroka xwe de cudahî ferq kiriye bi zaroka xwe re axiviye û zaroka wê her tişt goriye. Dayika wê got zaroka wê piştgiriya psîkolojîk girtiye û got giliyê malbatê dike.
Gumanbar sûcdarî reed kirin. Şahidên ku xizmên gumanbar bûn jî sûc red kirin û dayik sûcdar kirin.
Parêzeran xwestin ku yek ji cihê ku destdirêjî lê hatiye jiyînê otoparka nexweşxaneyê ye û got divê dîmenên kameraya wir bînin.
Merciya dadgehê got wê piştî dîmenan mutalaya xwe aşkera bike û runiştin taloqî 10’ê Sibata 2026’an kir.







