‘Divê jin li hemû qadan aktîf bin’
- 09:02 10 Kanûn 2025
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Akademîsyena Zanîngeha Off Ferda Fahrîoglu da zanîn ku divê avakirina aştiyê di asta wekheviya zayendî de be û divê jin di hemû qadan de rolek atîf bilîzin.
Danezana aştiyê ya di 2016’an de li Tirkiyeyê ji aliyê Akademîsyenan ve hat weşandin, zext û sînorkirina azadiyên akademîk nîşan da. Akademîsyenên ji Tirkiyeyê hatin sirgunkirin jî ji bo pîşeya xwe li derveyê welat bimeşînin xebatên aktîf meşanidn.
Akademîsyena Zanîngeha Off Ferha Fahrîoglu ku ji ber danezan îmze kiribû û ji pîşeya xwe hat îxrackirin der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û her wiha zextên li ser akademîk nirxand.
Ferda Fahrîoglu der barê Tora Aştiyê ya Rexnegir de axivî û got armanca wan ev e ku daxwazên gel bigirin bigihînin kesên ku biryaran digirin û got: “Dema me ev tor ava kir hîna pêvajoya aştiyê li holê tunebû. Dema em hatin pêvajoyê wisa dest pê kir. Li Stenbolê Komxebata Aştiyê pêk hat. Armanca me ev bû ku ji bo avakirina aştiyê ajandayek bê avakirin.”
Tehdîdên herêmî
Ferda Fahrîoglu da zanîn ku mutabakata 10’ê Adarê de li Sûriyeyê hatiye kirin girêdayê pêvajoya li Tirkiyeyê didome û wiha domand: “Bi polîtîkayên Israîl û piştgiriya DYA’yê komkujî tên kirin. Pêvajoyên pevçûnê yên li cîhanê didomin ji pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê serbixwe nayê nirxandin. Sedema destpêkirina vê pêvajoyê hev bû ku Tirkiye li dijî tehdîdên herêmî xurt bisekine. Em wek akademîsyen dema pirsgirêka Kurd diaxivin, bandora hêzên navneteweyî jî piştgûh nakin. Ji ber li cîhanê guherîna rejîmeke li alî rastgiriyê heye û Tirkiye ji vê ne serbixwe ye.”
‘Aştiyek berfireh pêwiste’
Ferda Fahrîoglu destnîşan kir ku akademîsyenên di 2016’an de îxrac bûn ji 2016’an heta niha têkoşîna hiqûqê didin û wiha got: “Akademî niha di bin zextan de ye. Vê rewşê rê li ber apolîtîkbûna akademiyê vekir. Derdê me ev e ku aştiyeke ku hemû aliyan digire nav xwe ye. Divê aştiyeke berfireh pêk bê. Divê hemû aliyan bigire nav xwe.Her wiha Divê avakirina aştiyê di esasa wekheviya zayenda civakî de be. Divê hemû jin di pêvajoyê de rola aktîf bilîze. Têkoşîna aştiyê ji têkoşîna jinê cuda nayê destgirtin.”







