Danişîna doza Ayla Akat Ata hat taloqkirin

  • 15:10 9 Kanûn 2025
  • Hiqûq
 
AMED - Doza aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata de ku ji ber axaftinên wê yên di dema parlamenteriya xwe de kiribûn û ji ber xwepêşandan û çalakiyên ku ew beşdarî wan bûye tê darizandin, hemû daxwz hatin redkirin.
 
Danişîna 10'emîn a doza çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ku ji ber axaftinên wê yên di dema parlamenteriya xwe ya parlementoyê de û ji ber merasîmên cenaze, xwepêşandan û çalakiyên ku ew beşdarî wan bûye tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê hate lidarxistin. Ayla Akat Ata ku bi sûcên "propagandaya rêxistinê", "li hember pêkanîna erkê berxwedan", "bi eşkereyî teşwîqkirina nefret û dijminatiyê li nava raya giştî", "zirardayîna milkê giştî", "rêxistin, rêberî û beşdarbûna civîn û xwepêşandanên neqanûnî" û "beşdarbûna civîn û xwepêşandanên neqanûnî yên bêçek" tê tawanbarkirin, li gel parêzerên xwe di rûniştinê de amade bû.
 
Ayla Akat Ata, li dijî îdianameyên amadekirî parastina xwe kir û diyar kir ku ji ber êrîşa polîsan a li ser merasîma cenazeyê ku ew li Bismilê beşdar bûye, di navbera wan de nîqaşek derketiye. Wê destnîşan kir ku beşdarbûna merasîma cenazeyan ne tenê siyasî ye, lê di heman demê de pêdiviyek û kevneşopiyek e.
 
Ayla Akat Ata ku ji ber axaftinên xwe yên di çalakiyên ji bo Sakîne Cansiz Leyla Şaylamez û Fîdan dogan ên li Parîsê di  9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin hatin lidarxistin, hat sûcdarkirin bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya wê demê. Ayla Akat Ata bi bîr xist ku ew yek ji wan kesan bû ku di 3'yê Çileya 2013'an de çûbûn Îmraliyê û diyar kir ku kuştina sê jinan hefteyek piştî civînê wekî hewldanek ji bo sabotekirina pêvajoyê di wê demê de hatiye hesibandin. Ayla Akat Ata, balkişand ser meşa  wan li Êlihê lidar xistibûn û diyar kir ku ji bo wê meşê destûr girtibûn, diyar kir ku ji bilî axaftinên ku li wir kirine, tiştek din tune ku bibêje. Herwiha Ayla Akat Ata diyar kir ku hemû axafitnên wê di çarçoveya nasnameya wê ya siyasî de ne.
 
Piştî parastina paarêzerên Ayla Akat Ata û daxwazên wan, Heyeta Dadgehê hemû daxwaz red kirin û ji bo nivîsandina îdanameyê dosa dewrî makamê îdayê kir. 
 
Danişîna piştî vê ya dozê dê did 7'ê Nîsana 2016'an de bê dîtin.