Ji bo bîranîna Cîhan Bîlgîn dewreya perwerdeyê hat vekirin
- 14:11 1 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Aboriya Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê bi navê nûçegihana ajansa ANHA'yê rojnameger Cîhan Bîlgîn da destpêkirin.
Akademiya Aboriya Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li bajarê Hesekê ji bo bîranîna nûçegihana ANHA'yê Cîhan Bîlgîn, dewreyeke perwerdeyê bi navê wê da destpêkirin. Ji saziyên aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 37 kes beşdarî dewreyê bûn.
Akademiya Aboriya Civakî ku 17’ê Mijdara 2024’an hatiye vekirin, dewreya perwerdeyê ya 7’an bi rêxistin dike.
Nûçegihana ANHA'yê Cîhan Bîlgîn tevî rojnamevan Nazim Daştan dema ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê dişopandin, 18’ê Kanûna 2024’an de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li başûrê Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Dewreya perwerdeyê dê li gorî 3 qonaxan were birêxistinkirin: Di qonaxa yekemîn de waneyên bîrdozî li ser danasîna dîrokê, kesayet, çawaniya pêşxistina têgihaştina erênî werin dayîn. Di qonaxa duyemîn de dê waneyên aborî, çawaniya pêşxistina xebatên aborî û diyarkirina mîsyona her endamekî/ê werin dayîn. Di qonaxa sêyemîn a dawîn de jî dê waneyên der barê têgeha xwenaskirin û jiyana komînal de werin dayîn.
Perwerde dê heya 12’ê Kanûnê dewam bike.







