Jinên Başûrê Lîbyayê li dijî tundiya dijîtal hatin ba hev

  • 12:53 1 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Lîbyayê di çarçoveya çalakiyên 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de civînek hate li darxistin. Di civînê de jinan bal kişandin ser tundiya dijîtal û derbarê wê çawa xwe biparêzin de hişyarî hate kirin.
 
Li Başûrê Lîbyayê di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî tundiya ser jinan de di 30’ê Mijdarê de civînek hate li darxistin. Di civînê de parêzavnên mafê jinan, mamoste û rêberên xwecihî amade bûn. Di civînê de pisporan bal kişandin ser gef û şantajên di qada dijîtalê de jin lê rast tên û birînên nayên dîtin ku li ser jiyana jinan şop hiştiye. Di civînê de hate diyarkirin ku di dema bi lez belavbûna teknolojiyê de ji bo parastina jinan hişyarîkirina jinan gelek girîng e.
 
‘Gefek ku bêdeng dikeve hundirê malan’
 
Midurê Beşa Çanda Jinan Zehra Matur a ji NÛJINHA'yê re axivî da zanîn ku civîna îsal bal kişandiye ser tundiya dijîtal û di çarçoveya xebatên çalakiyên 16 rojî ya têkoşîna dijî tundiya ser jinan hate lidarxistin û wiha got: “Li gel belavbûna teknolojiyê di navbera hemû temenan de, gelek jin bi taybetî jinên malan bandorên neyînî yên teknolojiyê nizanin. Di vê civînê de me hewl da em bi jinan bidin fêmkirin ku di medyaya dijîtal de bernameyên ku agahî û wêneyên sexte çêdikin hene, da ku ferqa wan bizanin. Bi taybetî di demek ku teknolojî êdî bûye parçeyek jiyana rojane. Armanca me ew e ku jin di mala xwe de bi ewle bin û li dijî manîpulasyonên dijîtal xwe biparêzin e.”
 
‘Yek ji cûreyên herî girîng ê tundiyê ye’
 
Şêwirmenda Yekîtiya Jinan Esma Hasan diyar kir ku tundiya dijîtal ne tenê êrîşek elektronîk e, bandorên kûr û pir alî yên derûnî û civakî li jinan dike û wiha pê de çû: “Ev cûreyê tundiyê bi awayê şantaj, bêbextî û gefan e. Hemû jî bawerî û îradeya jinan dikin hedef û hîsa ewlehiyê lawaz dike. Tundiya dijîtal yek ji gefên herî girîng ku îro jin lê rast tên û bandorê li jiyana wan a rojane, têkilî û hebûna wan dike ye.”
 
‘Ji bo tundiya dijîtal ti hincet tune’
 
Endama Yekîtiya Jinên Başûrê Lîbyayê Amîra Nûrî anî ziman ku niha dinya di demeke hesas ku divê li dijî tundiya li ser jinan seknek diyar nîşan bide re derbas dibe û wiha got: “Armanca vê civînê ew e ku jinan li hemberî cûrên tundiyê dijîtal, encamên derûnî û civakî û raporkirin û rêyên destekê hişyar bike.”
 
‘Em dikarin kontrol bikin’
 
Endama Yekîtiya Jinên Başûrê Lîbyayê Hafsa Abdulhamîd da zanîn ku di tinekirina koka tundiyê de gava bingehîn perwerde ye û wiha got: “Di salên dawî de şantaja dijîtal bi lez mezin bûye û bûye diyarde, ji bo têkoşîna li dijî vê, piştevanî şert e. Ewlehiya dijîtal berpirsyariya me hemûyan e. Ger em bi hişyar tevbigerin, emê bikaribin tundiya dijîtal kontrol bikin. Ev çalakî tenê 16 rojan dom nake, hewldanek ji bo jiyana jinan bi ewle bibe, didome ye.”
 
‘Hişmendî hêzê dide jinê’
 
Endama Yekîtiya Jinan Tevaddud el-Ahdar, îşaret bi girîngiya xwendin û nivîsîna dijîtal ji bo jinan kir û da zanîn ku gelek bûyerên şantaja dijîtal û gefê digre nava xwe, ji ber jin xeteriyên wê nizanin û nizanin dê çawa parastina xwe bikin tên jiyîn û got: “Hişmendî hêzê dide jinan. Sûd dide ku jin mahremiyeta xwe bi parêzin, teknolojiyê bi awayek bi ewle bikar bînin û ceribandinên xwe parve bikin. Jin li cihên ku bitirsin û bêdeng bibin, dikarin alîkarî bixwazin. Ev hişyarîkirin, di kêmkirina tundiya dijîtal û pêşîlêgirtina belavbûnê de xwedî girîgiyek mezin e.”