Li gelek bajaran şahiyên gel
- 18:22 27 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya 47’emîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd gel di şahiyên Aştî û Civaka Demokratîk de hatin gel hev û daxwaza azadiya Abddullah Ocalan û banga mezinkirina pêvajoyê kirin.
Bi wesîleya 47’emîn salvegera Tevgera Azadiya Kurd gel di şahiyên Aştî û Civaka Demokratîk de hatin gel hev.
Wan
Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li eywaneke dawetê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şahiya “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Di eywanê de posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên mezin ên kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberiyên navend û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêxistinên saziyên demokratîk û gelek kes din beşdarî şahiyê bûn.
Şahî, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di rêzgirtinê de sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin û kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyonek bi boneya salvegera 47emîn a damezrandina PKKê hate nîşandan.
‘Em di qonaxa azadiyê de ne’
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di şahiyê de axivî û behsa pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir. Veysî Dîlekçî got: “Ev pêvajo bi berxwedaneke mezin dest pê kir û em niha di qonaxa azadiyê de ne. Divê em vê têkoşîna azadiyê hîn xurttir bikin. Ji niha û pê ve, divê em hemû ji bo azadiyê bixebitin. Avakirina jiyaneke azad barekî giran li ser milê me ye. Berî her tiştî, em ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bixebitin.”
‘Tovê jiyanê rêzdar Ocalan çand’
Piştre parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û ev tişt got: “Cejna Vejînê li hemû gelê me pîroz be. Li hemberî berxwedana bi salan, her peyv, her fîlm, her stran kêm e. 47 sal berê, tovên jiyanê îro ji hêla rêzdar Abdullah Ocalan ve hatin çandin. Divê her kolan, her tax komuna xwe ava bike. Birêz Ocalan 27 sal in di hucreya xwe ya 12 metrekare de li ber xwe dide. Rêzdar Ocalan dibêje, ‘Ez nikarim razêm û ez şev û roj dixebitim da ku vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Divê em ji bo aştiyê şev û roj bixebitin. Divê dewlet jî gavên şênber biavêje û divê di serî de rêzdar Ocalan hemû girtiyên siyasî bên berdan. Her wiha divê em jî yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.”
Piştî axaftinan girseyê govend gerand û şahî bi dawî bû
Mêrdîn
Li Şemrex a Mêrdînê jî bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA’yê bi dirûmeya ‘Ji bo mezinkirina pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk em tên gel hev’ Şahiya Civaka Demokratîk pêk hat. Şahî li qada Newrozê pêk hat. Hevseroka DEM Partî ya Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz, hevserokên DEM Partî ya Şemrexê Ronahî Temel û Mehmet Salîh Acar, rêveberên DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê, hevşaredarên Şemrexê û gelek kes tevli bûn. Gel govend gerandin û bernaname bi axaftinan berdewam kir.
Şirnex
Li Eywana Ohan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê 47emîn damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi şîara, ‘Bi civaka demokratîk ber bi vejîna ji nû ve’ hat pîrozkirin. Rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên demokratîk û gelek welatî tev li bernameya pîrozbahiyê bûn. Bername bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.
‘PKK partiya şehîdan e’
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê navçeya Cizîrê Bager Aşkin anî ziman ku PKKê bi berdelên mezin heya roja me hat û wiha axivî: “PKK partiya şehîdan e. PKKê gelê Kurd ji taritiyê derxist ronahiyê. Bi saya PKKê îro gelê me pêşkêşiya herêmê dike. Em damizîrîna PKKê li hemû şehîdan, li Serok Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”
‘Dîroka PKKê dîroka gelê Kurd e’
Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû jî diyar kir ku dîroka PKKê tenê ne dîroka partiyekê ye û ev tişt gotin: Ev dîrok, dîroka gelê Kurd e û em 47emîn salvegera damezirîna PKKê li hemû gelê Kurd û gelên bindest pîroz dikin.”
Bernameya pîrozkirina damezrandina PKKê bi nîşandana sînevîzyon, xwendina helbestan, gerandina govendan û berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Stenbol
Endamên Yekitiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistan (YCWK) li Arnavutkoy a Stenbolê meşeke meşayî pêk anîn. Ciwanan pankarta ‘Ciwanên Apocî ji şer re jî ji aştiyê re jî amade ne’ vekirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’, ‘PKK gel e gel li vir e’ hatin berzkirin.







