Li Curnê Reşê posterê mezin ê Abdullah Ocalan hat daliqandin
- 15:40 27 Mijdar 2025
- Rojane
RIHA - Ji bo pîrozkirina salvegera 47'an a damezrandina PKK'ê, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li avahiya navçeya Curnê Reş a DEM Partiyê hate daliqandin.
Ciwan li baregeha Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Curnê Reş kom bûn da ku salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz bikin. Di çarçoveya çalakiyê de, wan wêneyekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartek mezin a bi nivîsa "Bê Serok Jiyan Nabe" daliqandin.
Ciwanan li ber stranên ku di çalakiyê de hatin gotin govend gerandin.







