Gel di şahiya 'avakirina civaka demokratîk' de hat gel hev

  • 18:23 27 Mijdar 2025
  • Rojane
AMED - Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ve li Amedê şahiya “Ji nû ve avabûna civaka demokratîk” hat lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Abbas Şahîn diyar kir ku xeyalek bû rastiya gelekî.
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ve şahiya “Ji nû ve avabûna civaka demokratîk” li Parka Şeyh Şamîl a li navçeya Rezanê ya Amedê hat lidarxistin. DEM Partî ya Amedê û navçeyên wê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî û gelek kes tevli şahiyên bûn.
 
Girse li Parka Şeyh Şamîl kom bûn û dest bi govendê kirin. Li wir ewilî Hevserokê DEM Partiyê Abbas Şahîn axivî û diyar kir ku xeyalek bû rastiya gelekî û got: “Ev xeyal îro bûye civaka demokratîk. Berî 100 salan xwestin gelê kurd tune bikin. Lê îro gelê kurd demokrasiyê li cîhanê belav dike. Birêz Abdullah Ocalan ev yek pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga 27ê Sibatê re deriyê aştiyê vekir û pêşiya kuştinê girt. 52 sal berxwedanek hat dayîn, ev berxwedan ji bo mafê mirovan pêk hat. Îro rojekî dîrokî ye. Bi saya vê rojê em hatin wan rojan.”
 
Piştî axaftinê xwendekarên Amedê bi meşelayan û pankarta “Ji Fîsê heta Îmraliyê bi rihê hevaltiya Hakî ber bi welatê azad ve, vejîn pîroz be” vekirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.