‘Têkoşîna dijî tundiyê wê şertên mirovî ji bo civakê peyda bike’
- 15:49 23 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encûmena Xanenîşên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku dijberiya dijî tundiyê wê jinan nêzî wekheviyê bike û hate gotin; “Têkoşîna dijî tundiyê wê şert û mercên mirovî ji bo hemû beşên civakê peyda bike.”
Encûmena Xanenîşên Îranê bi boneya 25’ê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Dijberiya li dijî hemû şêweyên tundiyê wê jinan nêzîkî wekheviyê bike. Azadiya jinan û mêran bingeha rast ya pêkanîna hemû hêza mirovan di afirîne. Ev wekhevî dikare têkiliya di navbera mirov û xwezayê de ji nû ve pênase bike.
Tundiya li dijî jinan xwedî dîrokek hezaran sale, lê îro ew têgeheke ku bi têkiliyên heyî, berjewendiyên kapîtalîst û ol re û di têkiliyên civakî de li ser bingeha cudahîyên çînî û zayendî de hatiye avakirin. Tundûtûjî di her warî de xwe nîşan dide, ji koletiyê bigire heya di karên malê de, heya kuştin û şewitandina di bin banê şeref û namûsê de xwe nîşan dide.
Lewma têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û dabînkirina hawîrdorek saxlem û azadîxwaz ya ji bo jinan, wê bandora xwe li ser hemû têkiliyên heyî bike. Ji ber vê, pêşveçûna wê dê şert û mercên mirovî ji bo hemû beşên civakê peyda bike.”







