REPAK: Em hemû rojan bikin roja têkoşîn û berxwedanê

  • 15:49 23 Mijdar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek weşand û hate gotin; “Weke jin îsal jî em li her deverê cîhanê de rastî tundîtûjiyê hatîn. Tundîtujî dîyardeyekî nemiroviye û mixabin îro bi gelek rêbaz û amûran re bi awayekî pergalî li ser jinan, civakan û xwezayê tê pêkanîn. Tundutûjî çandekî berhemê desthilatdarîyê ye. Cihê desthilatdarî hebe xwezayî tundutûjî jî pêktê. Werin em hemu rojan mîna 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîn, berxwedan û parastinê.”
 
Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi boneya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinê, daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di vê roja navnetewî a têkoşîna li dıji tundûtûjîya li ser jinan pêktê em tevahî jinên ku bune qurbanê zilm û hovîtîya pergala mêrsalar bibîrtînîn û dibêjîn em we qet ji bîrnakîn, emê bi avakirina cîhan û cîvakek bê tundî, azad re heyfa wê hilînîn.
 
Tundîtujî dîyardeyekî nemiroviye û mixabin îro bi gelek rêbaz û amûran re bi awayekî pergalî li ser jinan, civakan û xwezayê tê pêkanîn. Tundutûjî çandekî berhemê desthilatdarîyê ye. Cihê desthilatdarî hebe xwezayî tundutûjî jî pêktê. Çavkaniya desthilatdarî ji xwe tundutûjiye. Gelek şewazên tundutûjîyê hene. Ya fizikî, derunî, siyasî, aborî, bîrdozî, dîjîtal, çandî û bi sedan formên tundutûjîyê hene. Hemû cure tundî di bin xizmeta desthilatdariyê de tên pêşxistin. Lewra buyerên tundiyê ne tenê bi qetilkirina xwişkên Mirabel ango ‘sê pepuleyan re’ despêkiriye. Belê ew sê pepule bun sembola berxwedanê û bun wesîleya roja navnetewî a têkoşîna li dijî tundîtûjiya li ser jinan. Ji avabuna pergala mêrsalar heya roja me ya îro, ti mekan û zemanê bê tundî mirovahî û jinan ne jiya ye.
 
Hebuna vê pergala mêrsalar sedem û encama tevahî qirkiranane. Di nava van qirkirinan de ya herî zêde jê zirar dibîne mixabin em jinin. Îro di tavahî cîhanê de jin di asta qirkirinê de rastî êrîşan tên. Rastiya ku jin di cîhanê de dijîn FEMINISİD e. Tevahî parzemînan de jin statûya wan, rengê wan, temenê wan, zîmanên wan çibe jî tên hedef kirin, tên qatilkirin, keda wan tê dagirkirin. Mêr ji xwe re maf dibîne ku jinan qetil bike, dagir bike. Çanda mêrsalar jinê wekî mirov nabîne, jinê bê nirx dibîne, hebuna jinê tenê bi xizmetkirina zilam re sînordar dike. Texta desthilatdariya mêr- dewlet li ser koletiya jinê hatiye sazuman kirin. Ev pergala zilimkar baş dizane ger dibin de ev were kişandin wê têkbîçe. Lewra siyaset, huquq, zanîst, artêş, asayîş, dibistan, kolan, stadyum, huner, medya, moda, ol, malbat, reklam û hwd. her tişt bergirîya vê pergala mêrsalar dike. Pergala dewlet pergalekî mêrsalare, ango zayendpereste. Şaneya biçûk a desthilatdarî malbat jî cihê ku zayendeperstî fêrdike û zêde dike ye.
 
Wekî jin îsal jî em li her deverê cîhanê de rastî tundîtûjiyê hatîn. Di şerê Filîstîn- Xeza de, li Suriye komkujiyên herêmên Sahîl û Suweydeyê de, li Sudanê dinava şerê navxweyî de yên ku herî zêde bune qurbunî jin û zarok bun. Li îranê 704 jin îsal hatin darvekirin. Bi deh hezaran jin ji ber nêrînên xwe yên polîtîk li gîrtîgehên Tirkîyê de rastî pêkhatînên dermirovî hatin. Bê navber jin bi destên mêr, malbat, xizim, xoşewîstî hatin qetil kirin. Bêkarî, koçberî, xizanî herî zêde bandor li ser jiyana jinan kir. Binavê namusê kuştinên jinan tên rewa kirin û teşwîqkirin. Li Iraq jî serê salê bi navê ‘Qanûna Rewşa Kesî’ mafê jinan yên yasayî hatîn desteserkirin. Rê ji zewaca temen biçuk û  pir jinî re hat vekirin.
 
Ji 25’ê Mijdara 1960’an heye îro em ketin 65’mîn sala qetilkirina Xwîşkên Mîrabel, Patrîa- Mînevra- Marîa’yê. Lê mixabîn hin jî bê sinor xwîşkên me, zarokên me tên qetîlkirin. Bîlançoya mirina xwîşkên me ne kêmî bîlonçoya şerên dewletane. Ev ne qedere û ti hêz nikare vê me bide pejirandin. Em pir baş dizanin ti jin bê sebeb dawî li jiyana xwe nayînin û ti jin ji ber xwe de agir bernadin bedena xwe. Û ne tesadufe ku ewqas buyerên wek mirin û întîhara jinan pêk tê. Lê bi zanebun li ser van buyeran tê girtin, rastî gelekî caran tên berovajî kirin, an jî wekî buyerekî rêzê de qet nakin rojev. Kujer gelekî caran bi van rêbazan re tên parastin, nayên darizandin, bi serbestî digerin. Lê em dibêjin qetilkirina jinan polîtîkin. Lewra li dijî pergala mêr-dewlet a kapîtalîst têkoşîna radîkal pêwîste were dayîn. Îro tundutûjî berbelavî tevahî jiyana me bûye. Ji bo wê divê em jin têkoşîna xwe ne tenê bi rojekî re sînor bikin. Li dijî tundutûjî her kêlî û li her qada jiyanê de divê em têkoşîna xwe domdar bikin. Ji bo têkoşîna me encamgir be pêwîste em jin xwedî rêxîstinbin. Rêxîstinbuna jinan parastina herî mezîne. Bi vê boneyê wekî REPAK em bang dikin dibêjin, werin em hemu rojan mîna 25’ê Mijdarê bikin roja têkoşîn, berxwedan û parastinê. Werin em bi vîn, zanist û rêxistinbuna jinê re cîhanekî bê tundî, aram û azad avabîkin.”