Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
- 16:37 23 Mijdar 2025
- Rojane
HATAY - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser biryara CHP’ê ya têkildarî çûna Îmraliyê û got: “Em neçûna CHP’ê wek kêmasî dibînin. Em hêj jî li bendê ne ku fikra xwe biguherîne.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Kedê (EMEP) û Platforma Demokrasiya Sosyalîst (SODAP), li navçeya Defneyê ya Hatayê panela “Demokrasî, aştî û pêşeroja herêma me” li dar xist. Panel, li HASYAD’ê hat lidarxistin. Di rûniştina ewil de pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, dînamîkên aştiyê yên herêmê û rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di panelê de pêşkeşî kir û bal kişand ser biryara komîsyona li Meclisê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Tulay Hatîmogûllari, biryara CHP’ê û koma Yenî Yolê rexne kir û got: “Me dixwest ku komîsyon bi piraniya dengan biryarê bide. Em çûna CHP’ê weke kêmasî dibînin. Hêvî dikin vê fikra xwe biguherîne.”
Tulay Hatîmogûllariyê, got ku divê pêvajo bi mitabeqeta civakî bidome û wiha pê de çû: “Di serî de CHP, em girîng dibînin ku hemû muxalefet li ser masê be. Divê pêvajo weke amûra hilbijartinê neyê bikaranîn. Ev pêvajo ne meseleya tifaqekî siyasî ye; pêvajoyeke aştî û çareseriyê ya bi dewletê re ye. Muxatab dewlet e lê meqama pratîkê hikûmet e. Lewma hevdîtin li ser hikûmetê didomin.”
Tulay Hatîmogûllariyê, îşaret bi fikarên gel kir û got divê ev fikar veneguherin pozîsyoneke dijber. Tulay Hatîmogûllariyê, diyar kir ku ev pêvajo ji hilbijartinê mezintir e û wiha pê de çû: “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, dê pêşiya têkoşîna sendîkayî, ya kedê û bikaranîn mafên sereke veke. Îro dema mamosteyek jî daxwaza mafê xwe dike, ‘terorîst’ jê re dibêjin. Weke birêz Oalan jî gotiye, divê ev alava terorê ji destê dewletê were derxistin. Ev pêvjaoyeke dîrokî ye û divê hemû partî ser maseyê bin.”
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew di ferqa dijberiya li aştiyê û mudaxileyên derve ne û wiha pê de çû: “Dewlet, rêxistin û aktorên siyasî yên vê pêvajoyê naxwazin henen. Dibe ku provokasyon jî çêbibin. Lewma divê her kes li cem aştiyê cih bigire.”
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin şermezar kir. Tulay Hatîmogûllari, got ku Sûriye jinûve tê avakirin û wiha axivî: “Bi taybet jî hevdîtinên navbera HSD û hikûmeta veguhêz de, ji bo entegrasyona demokratîk krîtîk in.” Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku nûnerên Kurd, Elewî û Durziyan hevdîtinên girîng kirine û armanca jê jî pêşîlêgirtina komkujiyan e. Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku pêvajoya niha li Sûriyeyê dimeşe dê pêşeroja civaka wê diyar bike.
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî got ku sedema pirsgirêka Kurd ne gelê Kurd lê polîtîkayên înkar û yekperestiyê ne û wiha axivî: “Daxwazên bi milyonan Kurdan tune hatin hesibandin ku ev jî bingeha pirsgirêkên îro ye. Divê êdî ev êşên 50 salên dawî bi dawî bibin. Nîjadperestî û faşîzma li Tirkiyeyê jî bingeha xwe ji vê digire. Pêdiviya tevahiya Rojhilata Navîn bi aştiyê heye.”
Seyît Aslan, îşaret bi biryarên Tevgera Azadiyê ya Kurd kir û got: “Ev gavên girîng û biqîmet in. Lê îktîdara AKP-MHP’ê zext û tundiya xwe didomîne. Ferz e hesabên îktîdarê hene, ma ji ber vê em ê dev ji axaftina ser pirsgirêka Kurd berdin? Gelê Kurd ji bo aştiyê bibiryar e. Yên ku divê gavê biavêjin dewlet û îktîdar e. Divê muxalefet jî berpirsyartiyê li xwe bigire. Ji bo aştiyeke mayinde, pêwîstî bi wekheviya mafan, perwerdeya bi zimanê daykê, naskirina mafên neteweyî û berdana girtiyên siyasî heye.”
Berdevka SODAP’ê û Wekîla Stenbolê Kezban Konukçu jî îşaret bi geşedanên li herêmê kir û got dewlet ketiye zorê lewma pêvajo daye destpêkirin. Kezban Konukçuyê, operasyonên li dijî muxalefetê rexne kir. Her wiha got ku tu luksa sosyalîstan nîne pêvajoyê ji dûr ve temaşe bikin û divê her kes destê xwe deyne bin kevir.
Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Mert Tîtîz jî anî ziman ku bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got divê her kes xwedî li îxtîmala aştiyê derkeve. Tîtîz, got ku îktîdar hewl dide sûdê ji pêvajoyê bigire û ji bo biryarên Tevgera Azadiyê jî got “gavên pir wêrek in.’ Tîtîz, got ku îktîdar pêşiya gavên demokratîk ên motîvasyona civakî diafirîne girtiye û bernedana girtiyên siyasî weke “hewldana astengkirina xurbûna hêviya aştiyê ya di nava civakê de ye” nirxand.
Panel, piştre bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.







