Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Wê jin çarenûsa vê pergalê diyar bikin

  • 18:52 29 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî, bal kişand ser têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê û got: ‘’Dê jin çarenûsa vê pergalê diyar bikin.’’
 
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Amedê hate lidarxistin, bi dawî bû. Çalakiya du rojan dewam kir, bi axaftin û eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
 
Axaftina dawîn ji aliyê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçarê ve hate kirin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar li hemberî pergala kapîtalîst a mêran peyameke xurt da û got: ‘’Em jin dê çarenûsa vê pergalê diyar bikin.’’
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku azadiya jinan bi awayekî sîstematîk ji destê wan hatiye standin û ev yek anîn ziman: ‘’Pergala serwer a mêran a kapîtalîst azadiya me desteser dike. Li Tirkiye û Rojhilata Navîn hê jî jin tune tên hesibandin. Lê belê em li dijî vê pergalê disekinin. Ger daxwaza demokrasî û azadiyê bikin divê destpêkê li rewşa jinan binêrin.’’
 
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û diyar kir ku jin ew hêz e ku civakê vediguherînin û wiha pêde çû: ‘’Em jin, rastî û roniya civakê ne. Ji ber vê yekê di têkoşîna azadiyê de keda jinan gelekî mezin e. Em girêdayî hev in û divê li hemû qadan berxwedana xwe mezin bikin.’’
 
Her wiha Çîgdem Kiliçgun Ûçarê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ jî û bi van gotinan bi dawî kir: “Em gotinên Birêz Ocalan esas digirin. Weke Birêz Ocalan jî aniye ziman; ‘Ger li Bakur aşitî hebe wê li Başûr jî hebe. Ger li Başûr jin azad bin wê li Bakur jî azad bibin.’ Em ê vê ked û berxwedana hevpar mezin bikin.’’