Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan spartin axê

  • 14:19 29 Gulan 2025
  • Rojane
RIHA - Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan li gor wesiyeta wê bi ala Kurdistanê spartin axê.
 
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan (74) ku di 12'yê Gulanê de li navçeya Sêwereg a Rihayê qezaya trafîkê derbas kir, duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema cenazeyê Zekiye Ayhan anîn Goristana Sêwereg Asri, Dayikên Aştiyê bi desmalên kes, sor û zer û lacikên spî ya ku sembola aştiyê ye, darbest pêçan. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, li Goristana Nato hat definkirin.
 
Di merasîma cenaze de Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar, Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêxistinên Civakî yên Riha, Hevşaredarên DEM Partiyê yên Riha û navçeyên Amedê û li Riha, Amed û Semsûrê jî bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn. 
 
Cenazeyê Zekiye Ayhan li ser milên Dayikên Aştiyê birin heta li cem gora parlamenter Îbrahîm Ayhan. Dema ku li kêleka gora kurê wê Îbrahîm Ayhan hate definkirin, li gorî wesiyeta Zekiye Ayhan destmalên kesk, sor û zer a ku ala Kurdistanê temsîl dike, li ser gora wê danîn.
 
Di merasîmê de axatin hatin kirin û dûre girse ber bi mala şînê ve çûn.