Li Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş

  • 14:04 29 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hesekê ya Bakur Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan meşek li dar xistin.
 
Li bajarê Hesekê bi sedan kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî lidar xist. Ji Şedad, Til Temir, Til Birak, kampên Waşûkaniyê, Serêkaniyê û Holê gelek kes beşdarî meşê bûn. Girseyê wêneyên Abdullah Öcalan di meşê de hidan. Meşê ji Çerxerêya Kevok destpê kir.
 
Meşvan heya Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji hevseroka Meclîsa Bajarê Hesekê Xatûn Îsa axivî. Xatûn Îsa, bal kişand ser tevgerên dîplomatîk ên jinan ên bi armanca azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û got dê heya pêkanîna vê armancê têbikoş in.
 
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdilxenî Oso, jî got divê gavên cidî ji bo azadiya Rêber Apo bên avêtin û wiha dewam kir: "Di vê demê de divê gav bên avêtin ji bo aştî pêk were. Ji bo aştî pêk were divê di destpêkê de azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe."
 
Meş bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.