Rewşa tendirustiya Werîşe Muradî xirabe

  • 12:56 29 Gulan 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, rewşa tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî nebaşe û pêwîstî bi neştergeriyê heye. Hat gotin, berpirsên girtîgehê rê nadin Werîşe Muradî bê dermankirin.
 
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku rewşa tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, nebaşe.
 
Hat diyarkirin ku Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evîn ya Tehranê de tê hiştin, heta niha ji bo nexweşxaneyê nehatiye birin.
 
Her wiha hatiye gotin ku Werîşe Muradî ji ber nexweşiyên feqerata mil û nexweşiya mejî nerehete. Hatiye diyarkirin ku beriya niha pizîşkan jêre gotiye ku pêwîstî bi neştergeriyê heye, lê berpirsên girtîgeha Evîn rê nadin ew here nexweşxaneyê.
 
Di 17ê Hezîrana 2024’an de, Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, bi biryara Dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa “endama rêxistinê” hat tometbarkirin û di 10’ê Mijdara 2024’an de cezayê darvekirinê lê hate birîn.