
Li Rezanê hevdîtina jinan a li dijî tundiyê
- 11:50 29 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Ji bo jinên beşdarî kursên li Navenda Jinan a Kardelen a biser Midûriyeta Jinan a Şaredariya Rezanê dibin, di çarçoveya kampanyaya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” çalakiyek hat lidarxistin.
Şaredariya Rezanê xebatên xwe yên ji bo hevdîtina bi jinan re û berfirehkirina hevgirtina jinan didomîne. Şaredariyê di çarçoveya kampanyaya "Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" li Navenda Jinê ya Kardelenê ya biser Midûriyeta Jinê ji bo jinên beşdarî kursan bûn çalakiyek li dar xist.
Jin li qada kreşê kom bûn, pîknîk kirin û serpêhatiyên xwe bi hev re parve kirin.