Konferans dê di roja 2’em de bi komxebatan bidome
- 11:05 29 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengiya TJA tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi komxebatan didome.
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di 28-29’ê Gulanê de li Çanda Amedê hat lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Aktîvîstên TJA'yê, parlamenterên jin ên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Li salona ku konferans lê hat lidarxistin pankarta bi zimanên Kurdî, Tirkî, Zazakî û Erebî, pankarta "Jin politika demokrat dimeşînîn, civaka demokratîk ava sew" û "Jin jiyan azadî", "Cinîya azad komelo azad", "Jin azad dibe civak azad dibe" hatin daliqandin. Her wiha gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn.
Komxebatên ku dê di nava rojê de bên kirin:
* Komxebata Sakîne Cansiz a li ser Zoomê: Pirsgirêkên rêxistinî û pêşniyarên çareseriyê yên parlamenterên jin di pêşxistina siyaseta demokratîk a li dijî siyaseta serdest a mêr de.
*Leyla Qasim: Rola parlamenterên jin di yekitiya neteweyî û polîtîkayên çareseriyê de
*Hevrîn Helef: Li dijî tundî û cudakariya li ser jinan ji bo parastina jinan têkoşîna hevpar
*Mîna Qazî: Tevkariya nûnertiya siyasî ya jinan di gelek çandan de ji bo aştiya civakî û demokratîkkirina siyasetê.
* Parvekirina encam û pêşniyarên komxebatan