Jinên parlamenter ên kurd tecrûbeyên xwe niqaş kirin

  • 14:14 28 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku ji aliyê TJA'yê ve tê lidarxistin de, sernavê "Di Siyasetê de Jinbûn: Ezmûnên Hevpar ên Çar Parçeyên Kurdistanê û Ewropayê" nîqaş hatin kirin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 28-29’ê Gulanê de li Çanda Amedê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd tê lidarxistin. Endamên TJA'yê, parlamenterên jin ên Kurd û nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansê pankarta “Jin siyaseta demokratîk dimeşînîn, civaka demokratîk ava dikin” û pankartên “Jin jiyan azadî”, “Cinîya azad komelo azad”, “Jin azad dibe civak azad dibe” bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Zazakî), Tirkî û Erebî hatin daliqandin. Her wiha gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî konferansê bûn.
 
 Piştî bêhnvedanê wê konferans bi sernavê “Di Siyasetiyê de Jinbûn: Tecrubeyên Hevbeş ên Çar Parçeyan û Ewropayê” niqaş bikin. Niqaş dê bi mijarên din dom kir.