MYKA DEM Partiyê: Konaxeke dîrokî ye

  • 16:14 9 Gulan 2025
  • Rojane
 
 
ENQERE - MYKA DEM Partiyê têkildarî daxuyaniya PKK’ê ya der heqê kongreyê de daxuyanî da û got: “Em îro şahidiya qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê dikin.” 
 
PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 12’emîn Kongreya xwe li dar xistine. Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî têkildarî daxuyaniya PKK’ê daxuyanî da. Di daxuyaniya bi sernavê “Qonaxeke dîrokî ye: Berbanga nû ya aştî û xwişk-biratiyê” de hate gotin ku şahidiya qonaxeke herî dîrokî û herî krîtîk a dîroka nêz a Tirkiyeyê dikin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“1. Bi biryarên kongreya dîrokî ya PKK’ê re em ji pevçûnên pêncî sal in didomin gaveke din nêzî asoya aştiyê dibin. Ev gav, gava jinûve ajdayîna aştî û siyaseta demokratîk e ku xaka me ya qedîm bi sedsalaye li bi hesreta wê dijîn. 
 
2. Beriya her tiştî, em hemû kesên di vê pêvajoya şer a demdirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin. Tecrûbeyên me yên jandar ên bi dehan salan nîşan didin ku reng, ziman û nasnameya êşê nîne. Di roja me de hêsirên çavan ên Kurdan, Tirkan, Çerkesan, Ereban, Elewiyan, Suniyan û hemî nasname û baweriyan di heman behrê de gihiştine hev. Em, êşa xwe ya hevpar di dilê xwe de dijîn; em ê bîranîna hemû kesên me winda kirine mîna emanetekî pîroz biparêzin û pêşeroja xwe ya hevpar ava bikin. 
 
3. Dem dema wê ye ku em îradeya jiyana hevpar û wekhev deynin pêşiya her tiştekî. Dem dema wê ye ku ji bo civaka demokratîk, siyaseteke azad, baweriya bi hiqûqa gerdûnî û demokratîkbûnê xebat bên kirin û gav bên avêtin. Êdî bila tu ciwan ne li çiyê ne jî li bajaran jiyana xwe ji dest nede. Êdî li vî welatî ne dema siyaseta înkar û çekan, ne dema kînê ye. Dem dema lihevkirina demokratîk û  civakî ye. Bila ne dengê jihevparçebûnê, dengê pêkvejiyanê û wekheviyê bilind bibe. 
 
4. Li pêşiya aştiyeke birûmet û çareseriyeke demokratîk rûpeleke nû vedibe. Piştî vê qonaxa dîrokî; weke DEM Partiyê em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê divê di serî de TBMM hemû saziyên siyaseta demokratîk berpirsyartiyê li xwe bigirin. 
 
Niha dema wê ye ku em dengê demokrasî û edaletê bilind bikin. Peywira dîrokî ya ji bo aştiya civakî dikeve ser milê Meclisê, ewqas pîroz e ku divê di bin siya tu hesabên siyasî de nemîne. Berpirsyartiya me ya sereke ew e ku em ji bo vê gava dîrokî veguherînin aştiyeke mayinde, zemîna qanûnî-sazûmanî bi hev re ava bikin. 
 
5. Di vê kêliya dîrokî de, ji bo em bikarin vê firsenda avakirina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, divê rêveberiya welat jî bi berpirsyartiya xwe ya dîrokî rabe ku ev yek dê bibe temînata pêkanîna aştiyê. 
 
6. Em spasiya birêz Abdullah Ocalan ku di pêşxistina vê pêvajoyê de berpirsyartiyeke dîrokî li xwe girt; spasiya gelên Tirkiyeyê dikin ku bi canê xwe, bi zarokên xwe, bi hêsirên çavên xwe bedela aştiyê dan; spasiya birêz Devlet Bahçelî dikin ku piştgirî da îradeya çareseriyê; spasiya birêz Serokkomar Erdogan dikin ku xwedî li vê îradeyê derket, spasiya birêz Ozgur Ozel û hemû lîderên muxalefetê dikin ku bi erênî nêzî pêvajoyê bûn. 
 
Ji bo ev pêvajoye bi ser keve, berpirsyartî dikeve ser milê saziyên me yên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û yek bi yek 85 milyon welatiyên me ku aştiyê biparêzin, ava bikin û pêşeroja welat ji îro ve qezenc bikin. Em dixwazin ku aştiya Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe hêvî. 
 
7. Weke DEM Partiyê, em sozeke pîroz didin gelên Mezopotamya û Anatoliyayê; em ê xwe ji hevrûbûna rastiyê û cîbicîkirina edaletê paşve nedin; em ê bi tu awayî rê nedin gav, gotin û çalakiyên ku ruhê kesên me winda kirine biêşîne û rêya aştiyê bigire. Em ê bibin parastvan û bargirên hemwelatiya wekhev, siyaseta demokratîk û aştiyê. 
 
8. Îro, li rexekî barê hêviyeke mezin û li rexa din jî barê berpirsyartiyeke dîrokî ya giran me li xwe girtiye. Ev ne pirsgirêkek e, ev destpêkek e. Em vê beyana îradeya xwe, bi bîranîna rêhevalê xwe yê hêja Sirri Sureyya Onder ku tevahiya emrê xwe fedayî aştî û xwişk-biratiyê kiriye, temam dikin. 
 
Em ê ronahiya aştî û xwişk-biratiyê teqez bigihînin van xakan.”