‘Ji bo aştiyeke bi edalet divê serok û girtî bên berdan’

  • 09:02 28 Nîsan 2025
  • Rojane

         

Gulistan Gulmuş
 
AMED-Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş, Rabîa Ataş balkişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê serok û girtiyên nexweş bên berdan. Em aştiyeke bi edalet dixwazin.”
 
Di ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de deklere kir du meh derbas bû. Di vê pêvajoyê de tevî ku hinek hevdîtin hatibin kirin jî hîna rayedarên dewletê gavên şênber navêtine, tecrîda giran didome. 
 
Dayika girtiya nexweş Şîvekar Ataş a 9 sal in li girtîgeha jinan a Bakirkoy a Stenbolê girtiye, Rabîa Ataş der barê pêvajoyê de û bendewariyên xwe de axivî. 
 
‘Tevî nexweşiyên wan giran in moral didin me’
 
Rabîa Ataş da zanîn ku nexweşiyên keça wê Şîvekar Ataş didomin û got: “Dema behsa pêvajoya aştiyê tê kirin moral didin me. Dibêjin wê her tişt xweş bibe em ê bên malên xwe. Em hêvî dikin ku ev pêvajo baş bimeşe. Tevî nexweşiyên wan giran in moral didin me. Keça min ji ber nerehetiya dil 20 rojan carê derziyan li xwe dixe. Ji ber nexweşiya jinan emelyat bû. Hêvîdar im ev nexweşî ji nûve rû nede. Berê ji ber nexweşiyê gelek pirsgirêk jiya. ÎHD pir li ser sekinî û amelyat bû.”
 
‘Serok bê çi em piştgiriyê didinê’
 
Rabîa Ataş balkişand ser girîngiya banga ku Abdullah Ocalan kiriye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd gav avêt. Gelo dewlet çiqas ji dil e. Em dibêjin gelo ev komplo ye, me dixapînin. Keça min girtiye, yek jî gerîla ye. Em dixwazin dewlet gavê bavêje. Serokê me bêje çi em piştgiriyê didinê. Baweriya me bi dewletê tuneye. DEM Partiyê bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me li dijî tecrîdê û ji bo aştiyê çalakiya nobetê pêk anîn. Lê dewletê bersivek neda. Ji ber vê baweriya me nemaye. Divê dewlet demildest gavekê bavêje. Divê dest ji êrîşan berde û aştiyeke bi edalet bê.”
 
Şîvekar Ataş kî ye?
 
Şîvekar Ataş li gundê Agaçlidere ya Sûra Amedê hat dinê. Malbata wê di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koçî Amedê dikin. Şîvekar ku endezyariya kompîturê dixwend di 2016’an de li Mûşê hat girtin û birin girtîgeha Tarsusê piştre ya Sîncan û niha jî li ya Bakirkoy a Stenbolê ye. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 15 sal ceza lê hat birîn. Şîvekar li dijî tecrîdê li girtîgehê sê caran ket grevê. Şîvekar nexweşa giran a dil, tansiyona bilind û di malzaroka wê de kîst hene. Tevî van nexweşiyên giran girtî ye.