Li Xelfetiyê Mîhrîcana 4'ê Nîsanê didome

  • 10:59 4 Nîsan 2025
  • Rojane
RIHA - Mîhrîcana ku li Xelfetiyê bi boneya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 2'yemîn de bi gerandina govendê dest pê kir.
 
Mîhrîcana ku bi boneya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka 4 Nîsan a navçeya Xelfetî ya Rihayê hat lidarxistin, di roja 2'yem de bi coşeke mezin dest pê kir. Di mîhrîcana ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hat organîzekirin de, gel bi flamayên kesk, sor û zer cihê xwe li qadan girt û bi stran û dirûşmeyan govend gerand.
 
Di Mîhrîcanê de timî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" tên berzkirin.