Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin

  • 15:20 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music û Şaredariya Sûrê di çarçoveya projeya “Li Kolanê spor û muzîk” de bi zarokan re hatin gel hev. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music û Şaredariya Sûrê çalakiya “Li Kolanê spor û muzîk” li dar xist. Çalakî, bi dirûşma “Sûr ji paşerojê ber bi pêşerojê ve li cewhera xwe vedigere. Em kolanên xwe bi zarokan rengîn dikin, şopa dîroka xwe digihînin pêşerojê” li gundên Kabê û Palukê hat lidarxistin. Eleqeyeke zêde ya zarokan ji bo çalakiyê hebû. 
 
Muzîkjenan beriya çalakiyê li defê xistin, stran gotin, li kolanan geriyan û zarok vexwendin çalakiyê. Zarokan di çalakiyê de destên xwe boyax kirin,  li ser pateyan resm xêz kirin û lîstikên cur bi cur lîstin. Zarokan tevî muzîkjenan stran gotin û ji bo zarokan atolyeya amûrên muzîkê hate lidarxistin.