'Dixwazin kurdan, demokratan û şoreşgeran bikin hedef'

  • 14:45 23 Gulan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît rayeya “şer û seferberiyê” ya Meclisê daye Tayyîp Erdogan nirxand û wiha got: “Dixwazin kurdan, demokratan û şoreşgeran bikin hedef.”    
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan bal kişand ser rayeya “ragihandina şer û seferberiyê” ya Meclisê daye serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan. Gulistan pirsî bê ka çima pêdivî niha bi tiştekî wiha hate dîtin û wiha got: “Yek ji guhertinên herî krîtîk ew e ku li gel rewşên şer, ji bo serhildan, raperîn û hwd. ku hundirê çawa bixwazin dikarin wisa tije bikin di rêziknameyê de cih girt. Weke mînak dibêje ‘heke liv û tevgerên li derve û hundir xetereyê li ser yekitî û yekparetiya milet çêdikin çêbibin.’ Mijara seferberiyê mijareke cidî ye lê bi îfadeyên pir nezelal ku her kes li gorî xwe dikare şîrove bike hatiye pênasekirin. Xuyaye ku ev rêziknamey ji bo parastina welat lê ji bo tiştên Erdogan ji bo xwe weke gef dibîne hatiye amadekirin.”
 
Bi domdarî Gulistan ev tişt anî ziman: “Ev rêzikname nîşan dide ku rejîmê dev ji polîtîkayên ewlehiyê bernedaye û dixwaze rêyeke nû ji xwe re veke. Tiştekî rasthatî nîne ku ev rêzikname piştî berxwedana Wanê hat derxistin. Dixwazin careke din kurdan, demokratan û şoreşgeran bikin hedef. Dixwazin berxwedanên wan ên rewa bi rêya vê rêziknameyê bifetisînin.”   
 
Pakêta darazê
 
Di berdewamê de Gulistan bal kişand ser Paketa Darazê ya 9’emîn û ev nirxandin kir: “Îktîdarê ji ewil xwest bi rêya Qanûna Dezenformasyonê xwe bigihîne armanca xwe. Xwest dengê rêxistinên ked û çapemeniyê qut bike. Lê wisa xuyaye ku negihiştin armanca xwe lewma gavekî nû avêtin. Tifaqa AKP-MHP’ê dixwazin di bin siya nîqaşên destûra bingehîn de bi sererastkirinên weke ‘sîxûrgeriya bandorkirinê’  bizmarê dawî li darbesta azadiya çapemeniyê, mafên bingehîn û azadiyan bixin. 
 
Di her qucikê de bêedaletî heye û gel li pey edalê te ye lê ew li pey van tiştan e. Di vê serdema nû de dixwazin tevahiya muxalefetê bêdeng bikin.”