Di pêlên şoreşgerî yên Rojhilata Navîn de rola ciwanan

  • 09:03 28 Adar 2025
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Di pêşxistina şoreşê de jin û ciwan rola pêşeng dilîzin. Ji bo ku pergala rêveberiya xweser a bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xurtir bikin, parastina nirxên welat û civakê, avakirina pergala rêveberiya xweser,têkoşîn meşandin."
 
Medya V.
 
Ji derketina şaristaniyan û avabûna dewletan heta niha krîz, kaos, şer hev şopandin. Ligel vê têkoşîna navbera şaristanî û hêzên demokratîk de jî her tim derketin pêş. Hêzên demokratîk dem bi dem bên sînorkirin jî tu car di mijara parastina siyasî û ahlaqê civakî de xwe şûnde nekişandine. Bi taybet serdema modernîteya kapîtalîst de, li her çar alî cîhanê  her tim serhildan pêk hatine. Ev serhildan ji şoreşa sosyalîst Rûsyayê dest pê dikin ji şoreşa Kubayê û şoreşa ciwanan a 1968’an, niha jî li bi şoreş a Rojava şênber dibe.
 
Di 1917’an de li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê pêk hat û hikûmeta çar bidawî bû. Li şûna çar, Yekitiya Sovyetan hat avakirin. Hikûmetek sosyalîst hat. Ji ber qelsiyan wek dij-kapîtalîst dirêj berdewam nekiriye di 1989’an de yekitiya Sovyetan têk çûye.
 
Di 1953’yan de Şoreşa Kubayê pêk hat. Bi tevgera 26’ê Tîrmehê şoreşgerên wek Fîdel Castro û Che Guevara û mutefîkan li dijî dîktatoriya elşkerî ya serokdewletê Kubayê Fulgencîo Batîsta serî hildan û şoreşageran di 1958’an de Batîsta têk birin hikûmet guhertin, di xeta Marksîst-Lenînîst de reform pêk anî. Di 1968’an de li Fransayê şoreşên ciwanan ev şopandine. Lîderên siyasî ji vê şoreşê tirsiyan û  serokomar Charles De Gaulle bi dizî ji Fransayê birin Almanyayê. Protestoyan tevgerên şoreşger yên cîhanê jî teşwîq kirin. Banga vê şoreşê hem li Fransa hem li qada global didome. 
 
Protesto û grevên dawiya sedasala 20’an a xwendekar û ciwanan di sedsala 21’ê de jî berdewam kir. Li dijî şovenîzm û dîktatoriyê ciwanan serhildan birêvebirin.  Îro li Rojhilata Navîn krîz tê jiyîn. Gelo ciwan di vir de li ku ne? Ciwan çi dijîn?
 
Di krîzên Rojhilata Navîn de hewldanên ciwan
 
Li Rojhilata Navgîn her tim krîz û şer rû dane. Bi hatina şaristanî û destilatdariyan pisgirêk li ser hev zêde bûne. Dema hegemonya navendî ya Dewletên yekbûyî ya Amerîka û Ewropayê de, Rojhilata Navîn ji asîmîlaysona çandê û komkujiyan, xizanî û xelayê para xwe girtiye. Desthilatdarî û binpêkirinan bandor li her qada jiyana civakî kiriye. Modernîteya kapîtalîst bi sê S’yan (Spor, Huner û Seks) îradeya ciwanan çewisandiye, xesp kiriye û hişê wan tevlihev kiriye. Bi mode, stîlên por, modelên mobîl, wesayîtên luks ciwan hatine teşwîqkirin. Bi hevkariya malperên pornografîk û fîlman, ciwan tên bandorkirin. Bi taybetî di van qeyrana siyasî, civakî, aborî û çandî de ku me di van salên dawî de jiyan kir, ciwan û rolên wan hatine biçûkxistin, îradeya wan hatiye desteserkirin, ciwan di nav şer û pevçûnan de hatine bikaranîn ku armanc û armancên xwe nizanin. 
 
Şoreşa ciwanan û serhildanên xwendekaran ku di sala 1968’an de dest pê kir û di destpêka sala 2011’an de gihişt Rojhilata Navîn, şoreşa Tûnisê gur kir û xwe gihand Cezayir, Urdun, Misir, Erebîstana Siûdî, Behreyn, Lîbya, Fas, Filistîn û Sûriyeyê. Bi çirûskên van şoreşan ên bi pêşengiya ciwanan, Şoreşa Rojava bû şoreşa ku li hemû cîhanê deng veda.
 
Şoreşa Tûnisê ku şoreşa gel e, di 17’ê Kanûna 2010’an de bi bûyera ciwanê bi navê Mihemed Bûazîzî ku ji bo hêrsa xwe ya ji betalbûnê bîne ziman agir berda bedena xwe. Ev bû sedem ku bi hezaran Tûnisî dakevin kolanan. Xwepêşandan bû sedem ku Serok Ben Alî dest ji desthilatdariyê berde û ji nişka ve welat terikand. Şoreşa Tûnisê bû sedema sereke ya  xwepêşandan û şoreşan li gelek welatên Rojhilata Navîn.
 
Şoreşa Cezayîrê kampanyayeke protestoyî ya girseyî ya bi pêşengiya ciwanên Cezayîrê destpê kir bû. Şert û mercên xerab ên jiyanê bû sedema xwepêşandanan û çend welatiyên Cezayîrî jî bedena xwe dan ber agir.Bi çalakiyan re reform pêk hatin.
 
Piştî vê şoreşa Urdunê rû da. Ji ber şertên xerab yên li bajar protestoyan destpê kir û rayedar ji vê tirsiyan û tedbîr girtin. Lê çalakiyên gel nehatin çewisandin. Çalakgeran reformên siyasî xwestin û daxwaza bidawîbûna nelêrêtiyê kirin. SAmîr Al-Rîfaî ku ji 2009’an de ye welat bi rêve dibe, hikûmet ji peywirê girtibû.
 
Şoreşa Misirê li pey vê hat.  Hin rûpelan li ser malperên torên civakî daxwaz ji Misiriyan û bi taybetî ciwanan kirin ku ji rejîmê, desthilata Mihemed Husnî Mubarek rizgar bibin. Hin bûyerên berî wê û gelek bûyerên, di nav wan de bandor li  şoreşa Tûnisê kir. Kuştina Xalid Seîd û Seyîd Bîlal û teqîna li Dêra Pîroz, bû sedema zêdebûna tundiya xwenîşandanan. 
 
Paşê li Suîdî Erebistanê xwepêşendanên berbi şoreşê hatin kirin, bi xweşewitandinê dest pê kir. Piştre jî xwepêşandanên li dijî cudakariya li dijî Şîiyan. Xwepêşandan li ser Facebookê ji aliyê Feysel Ehmed Ebdul EL-Ehad ve ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Erebistana Siûdî ve hat kuştin, hat organîzekirin. Xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam kirin. Jinan jî ji bo mafê xwe yê ajotinê û beşdarbûna hilbijartinan li ser Facebookê kampaniyeke dengdanê organîze kirin û xwendekarên jin ên zanîngehê jî li zanîngeha Xalid li Abha xwepêşandan kirin û rastî êrişa hêzên ewlehiyê hatin. Di encamê de yek ji wan hat kuştin. Piştî vê yekê li zanîngeha Taîba ya Medîneyê û Zanîngeha Tebûkê xwepêşandan hatin lidarxistin. Piştî ku xwendekarên Zanîngeha Qral Xalid daxwaza jikaravêtina rektor kirin, ji kar hat dûrxistin. 
 
Şoreşa Lîbyayê şoreşek e ku piştî xwepêşandanên gel li dijî rejîma Muamer Qedafî derketiye. Dengên daxwaza rûxandina rejîmê û rûxandina kesane ya Kolonêl Muamer Qedafî bilind bûn, û bû sedem ku polîs tundiyê li dijî xwepêşanderan bikar bîne. Ev şoreş bi pêşengiya ciwanên Lîbyayî ku daxwaza reformên siyasî, aborî û civakî kirin. Ciwanên paytaxt di hilweşandina paytext û rejîma Qedafî de bi ser ketin. Kontrola baregehên dawî yên Qedafî hat desteserkirin û Qedafî li Sîrteyê hat kuştin. 
 
Piştre şoreşa Fîlîstînê hat, zincîrek xwenîşandan û meş li her du Aliyên Rojava û Zîvala Gazayê ji bo bidawîkirina dabeşbûna Felestînê di navbera Fetih û Hemasê de. Ev xwenîşandan bi pêşengiya ciwanên filistînî û hin komên filistînî hatin lidarxistin û daxwaza vegerandina yekitiya neteweyî û rakirina dorpêça li ser zîvala Gazayê kirin. Ciwanên Filistînî xwestin hemû girtiyên siyasî û girtiyên di girtîgehên Fetih û Hemasê de bên berdan. Ji bo çareseriyeke radîkal ji rewşa heyî re, wî hilbijartinên nû yên meclîsa neteweyî dixwest ku beşdariya hemû gelê Filistînê li seranserê cîhanê garantî bike. Wan dest bi daxwazkirina hikûmetên Fetih û Hamasê kir ku îstifa bikin. 
 
Piştre li Sûriyeyê protestoyan destpê kir û hat xwestin Esad ji peywirê bê girtin û bûyer veguherîn pevçûnan.Bi berxwedan û rihê serkeftinek mezin Şoreşa Rojava pêk hat. Li erdnîgariyek biçûk rihên ciwan û dilê mezin rabûn ser piyan. Di vê şoreşê de daxwaza reforman nekirin, berovajî wê serkeftinên mezin bi dest xistin. Ev şoreş di 12’ê Tîrmeha 2012’an de bi awayekî fermî hate ragihandin. Herêma ku heta sala 2011’an rastî pêkanînên şovenîst ên rejîma Baasê dihat, bi şoreşa Rojava re xweserî bi dest xist. Gelê Kurd li Sûriyê ne li kêleka rejîma Esad û ne jî hêzên din ên paramîlîter ên ku di bin sîwana hêzên navneteweyî de tevdigerin, cih negirtin. Baskê Kurd ê bi pêşengiya PYD'ê bi hilbijartina xeta sêyemîn çalakî li dar xist û ji bo vê pêvajoyê bibe bihara gelan tedbîr girtin. 
 
Di pêşxistina şoreşê de jin û ciwan rola pêşeng dilîzin. Ji bo ku pergala rêveberiya xweser a bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xurtir bikin, parastina nirxên welat û civakê, avakirina pergala rêveberiya xweser,têkoşîn meşandin.
 
Ev karakterê şoreşê ku bi berjewendiyên hêzên emperyalîst û hegemonîk ên herêmê re li hev nake, herêm kiriye hedefa van hêzan. Şoreş ji aliyê fikrî, siyasî, çandî, civakî û leşkerî ve rastî êrîşan tê. Dewleta Tirk a bi pêşengiya NATO’yê hewl dide bandora vê şoreşê bişkîne. Lê piştî berxwedana sala 2014’an a li dijî hêzên tarî yên DAIŞ’ê û bi taybet li Kobanê, berxwedana 58 rojan a gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, ruhên fedaî yên li qadên şer û serkeftinên ku di qadên civakî, çandî û hunerî, perwerde û hîndekarî û gelek qadên din de hatin bidestxistin, êdî kes nikare rastiyan veşêre.
 
Ev nivîs ji hejmara 30’emîn a mijara dosya ‘Rojava’ ya Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.