Tevgera Gundiyên Bêax a li Latîn Amerîkayê (MST)

  • 09:02 7 Sibat 2025
  • Nîqaşên Jineolojiyê
Tevgera Gundiyên Bêax ya li Latîn Amerîkayê, bi taybet li ser MST ya Brezîlyayê (MovimentodosTrabalhadoresRurais Sem Terra) mînaka şênber ava dike. MS, di 1984’an de li Brezîlyayê li ser daxwaza reforma axê û edaleta civakî hat avakirin.
 
Gurbet Aydogan
 
Tevgerê, ji bo gundî bibin xewdî ax, stratejiyên wek dagirkirin û xwecihbûnê bi kar anîn û bal kişandin ser vê. MST li cihê ku piştî dagirkirina axê, hatin avakirin kooperatîf ava kirin û çandinî teşwîq kirin. Ev kooperatîf di heman demê de hilberîna çandinî zêde dikin û hevgirtina kolektîf pêşkêşî endamên xwe dike. MS, di hilberîna çandiniyê de rêbazên dostên hawirdorê esas digire.
 
Xwecihbûnên kolektîf
 
Di salên 2000’î de, MST li  Xwecihbûna Annoni ya li nêzî SaoPaulo, ku bi qasî 200 malbatan pêk tê, civakek ava kir. Vê niştecihbûnê bi kooperatîf û hilberîna çandiniyê ya hevpar hevgirtina aborî zêde kir. Gelek niştecîhên MST’ê rêbazên agroekolojîk bi kar tînin, bikaranîna zibilên kîmyewî û dermanên kîmyewî kêm dikin. Mînak kooperatîfên MST ên li eyaleta Rio Grande do Sul bi hilberîna birincê organîk têne nasîn û ev hilber ji bazarên neteweyî re têne şandin. MST'ê tora xwe ya perwerdehiyê ava kir, saziyên wekî "EscolaNacionalFlorestanFernandes" da destpêkirin û gelek aktîvîstên ji Amerîkaya Latîn jî tevlî bernameyên xwe yên perwerdehiyê kir.
 
Zapatist
 
Li herêma Chiapas a Meksîkayê, Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta (EZLN) di sala 1994’an de bi serhildaneke çekdarî dengê xwe da bihîstin. Zapatîst mafên gelên xwecihî diparêzin û li dijî polîtîkayên zordar ên hikûmeta navendî derdikevin. Zapatîsta li gorî feraseta konfederalîzma demokratîk, rêveberiya xweser a civakên herêmî û demokrasiya rasterast pêş dixin. Civakên Zapatîsta bi rêya meclîsên xwecihî yên ku xwe dispêrin beşdarbûna yekser a biryaran tên birêvebirin. Ew hewcedariyên civakan bi pêşxistina projeyên xweser ên di reforma erd, perwerde û tenduristiyê de pêk tînin.
 
Kooperatîfên jinan ên li Arjantînê
 
Kooperatîfên jinan ên ku piştî krîza aborî ya li Arjantînê derketin holê, di aliyê konfederalîzma demokratîk de mînakeke girîng ava dike. Armanca van kooperatîfan ew e ku ji jinan re bibe alîkar ku serxwebûna aborî bi dest bixin û wekheviya zayendî pêk bînin. Kooperatîfên jinan ên li Arjantînê xwedî avahiyek rêveberiya nemerkezî û beşdar in. Bi hilberîna kolektîf û pêvajoyên biryargirtinê hevgirtina jinan pêş dixe.
 
Tecrubeyên rêxistinbûna herêmî ya li Hîndîstanê
 
Tecrûbeyên rêxistinbûna herêmî yên li Hindistanê, bi taybetî tevgerên ku jin pêşengiya wan dikin, ji bo têgihiştina konfederalîzma demokratîk tevkariyên girîng dikin. Li gelek deverên Hindistanê, rêxistinên herêmî yên bi pêşengiya jinan têdikoşin ku edaleta aborî û civakî bi dest bixin. Bi taybetî SEWA (Komeleya Jinên Xweser) rêxistineke ku armanca wê jin serxwebûna aborî û xwerêveberiyê bi dest dixe. SEWA pêşengiya jinan di nava civakê de teşwîq dike û destekê dide pêvajoyên biryardayîna kolektîf.
 
Konfederalîzma demokratîk û hatina gel hev a van tecrubeyan
 
Tecrubeyên ku li jor hatine behskirin, refleksên têgihiştina konfederalîzma demokratîk a li erdnîgariyên cuda radixe ber çavan. Her yek balê dikişîne ser başkirina civakên herêmî ku xwe birêve bibin, bêyî zextên rayedarên navendî. Xala hevpar a van ezmûnan hewldana afirandina modeleke rêveberiya demokratîk û bi beşdariya li ser esasê beşdariya gelê herêmê ye. Bi van mînakên konfederalîzma demokratîk ne tenê wekî şeklê rêveberiyê di heman demê de wekî amûrek veguherîna civakî jî dikare were nirxandin. Ev awayên birêxistinkirinê yên ku li gorî dînamîkên hundirîn ên civakan pêk tên, armanca wan avakirina civakeke wekhevîxwaz û adil e ku li derveyî pêkhateyên dewleta navendîparêz e.
 
Kooperatîfên Jinan ên Bakurê Kurdistanê, Rojava, Amerîkaya Latîn, Zapatîsta û Arjantînê û mînakên rêxistibûna herêmî yên li Hîndîstanê, dersên girîng didin ku fikra konfederalîzma demokratîk çawa dikare di pratîkê de were bicihanîn. Ev tecrubeyên hanê modelek ji bo dabînkirina dadmendiya civakî bi xurtkirina xweserî, beşdarbûn û hevgirtina civakên herêmî, ji pêkhateyên navendîparêz wêdetir, pêk tînin. Strukturên otonom ne tenê bi dînamîkên xwe yên navxweyî, lê bi hevgirtina navneteweyî jî dewlemend dibin; Ev yek dihêle ku civakên cuda ezmûnên xwe parve bikin û stratejiyên hevpar pêş bixin.
 
Pêkhateyên xweser weke pêkhateyên dînamîk ên ku li dora prensîbên konfederalîzma demokratîk ava bûne, bi armanca pêkanîna armanca edaleta civakî, aboriya komunal, ekolojîk, jiyana nû ya azadiya jinê derdikevin pêş. Ev civak bi têkoşîna xwe ya di asta herêmî de bi perspektîfeke gerdûnî re, ji bo afirandina cîhanek hîn adiltir û wekhevtir gavek girîng diavêjin. Ruhê hevgirtina navneteweyî ji bo xurtkirin û belavkirina van têkoşînan dibe alîkar û tecrubeyên civakên xweser ji bo civakên din çavkaniya îlhamê ye. Jiyana nû wê bi vê hevgirtin û têkoşîna kolektîf ava bibe û di lêgerîna edaleta civakî de hem li herêmê hem jî li cîhanê wê rola pêşengtiyê bidomîne.