8 sal piştî Remziyeya ku hatiye qetilkirin: Dosya kiryar nediyar e

  • 09:04 16 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
WAN - Di ser qetilkirina Remziye Bor ya ku  li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku 7 mehî ducanî bû hat qeitlkirin re, 8 sal derbas bûn. Derbarê dosyayê de hemû serlêdanên li dadgehên herêm hatin kirin hatin redkirin û dosya kiryar nediyar  hat hiştin.
 
Di dîroka Kurdistanê de li hember gelê Kurd zext, êrîş, kuştinên kiyarnediyar, qetilkirin û zilm hartim pêk hatiye. Nefreta desthilatdariyan a li hember gelê Kurd tu carî kêm nebû û bi komkukujiyan didome. Em dikarin bi dehan mînakan bidin van zilm û pêkanînan. Cmîle Çagirga ya 10 salî ku  di 2015’an de li Şirnexê hat qetilkirin û malbatê 11 rojan di cemedankê de cenazeyê wê veşart, cenazeyê Taybet Înan ya li Sîlopiyê hat qetilkirin, 7 rojan li kolanê ma û Rozerîn Çukur ya 16 salî ya li Sûrê hat qetilkirin. Ji van pêkanînên dizmirovî yek jê jî li heberî Remziye Bor hat kirin.
 
7 meh û nîv ducanî bû
 
Li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê Remziye Bor ya 27 salî ku 7 meh û nîv ducanî bû di 19’ê Nîsana 2016’an de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve di serdegirtina mala xwe de hat qetilkirin.
 
Neval 8 salî ye
 
Remziye Bor ku bi giranî birîndar bû rakirin Beşa Giran a Nexweşxana Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Remziye mehekê hat dermankirin. Dema li beşa giran bû ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wê hat girtin. Hevjînê wê Îrfan Bor bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê Remziye Bor de jî lêpirsîn hat destpêkirin û hat xwestin wê jî bigirin. Di 25’ê Nîsanê de pitika di zikê wê de Neval bi sezeryanê jê girtin. Neval niha 8 salî ye. Remziye 28 rojan li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê da û di 17’ê  Gulana 2016’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Malbatê dest bi têkoşîna hiqûqê kir
 
Piştî qetilkirina Remziyeyê malbat û parêzeran dest bi têkoşîna hiqûqî kirin û di 6’ê Sibata 2017’an de li Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê polîsan de serlêdana sûc kirin. Serlêdan du salan bê encam ma û parêzeran aqûbeta serlêdanê pirsîn û hîn bûn ku der barê serlêdanê de tu tiştek nehatiye kirin. Parêzer fêr bûn ku dozgerê dosyayê jî ji FETO’yê hatiye îxrackirin.Tevî hemû redkirina hewldanên malbatê berdewam kirin. 
 
Xwestin kiyarnediyar bihêlin
 
Parêzeran der barê mirina Remziyeyê de bi dehan carî serlêdan kirin. Tevî israran jî nekirin meriyetê. Di 22’ê Tebaxa 2019’an de parêzeran sreî li Serdozgeriya Komrê ya Wanê dan.  Bi qanûna 2020’an biryara ‘cih ji  lêpirsînê re tune ye’ hat dayîn. Parêzeran dosya birin 2’emîn Dadgeha Cezê Sulhê ya Wanê. Dadgeriyê di 8’ê Sibata 2021’ê de îtîraz red kir. Li ser vê parêzeran bi hinceta binpêkirina ‘mafê jiyanê’ û ‘mafê darizandina adîlane’ serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) dan. Serokatiya Daîreya Mafên Miroan a girêdayê Wezaretê di 28’ê Kanûna 2022’an de bersiv da serlêdan û hat gotin ku gihiştine enama ku Remziye ‘têkiliya wê bi rêxistinê re heye’ û  xwest serlêdan bê red kirin. Serlêdana li DDB’ê hatiye kirin hîna bi encam nebûye.