Karkera ku qeyûm ji kar avêt: Hedefa ewil qada çandê bû

  • 09:04 9 Gulan 2025
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
DÊRSÎM - Zeynep Kiliç a ji aliyê qeyûmê ku tayînê şaredariya Dêrsîmê bû ve  ji kar hat derxistin wiha got: “Ji kar avêtin ji qadên çand û civakî dest pê kirin. Dema qeyûmê berê de jî pêvajoyek wisa hat jiyîn. Heta daxwazên me neyên cih em ê çalakiya xwe bidomînin.”
 
Di hilbijartinên herêmî  yên 31’ê Adara 2024’an de DEM Partiyê li Dêrsîmê ji sedî 40.2 deng  girtibû. Di meha 8’an de di 22’yê Mijdara 2024’an de qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û çawa qeyûm hat xebatkar ji kar derxistin. Di 1’ê Çile de 9 kes di 18’ê sibatê de 2 kes di 24’ê Adarê de jî 4 kes ji kar derxistin.
4 karkerên di 24’ê Adarê de hatin derxistin ji roja ji kar hatine derxistin li sûka yeralti ya navendê nobetê dikin. Yek ji van jî Zeynep Kiliç e.
 
84 xwendekar ji qursê hatin derxistin
 
Zeynep Kiliç diyar kir ku 4 salan girêdayê midûriyeta karê çand û civakî ya şaredariyê de xebitiye û beriya cejna Remezanê dawî li karê wê anîne. Zeynep Kiliç got 40 roj berê bi hevalên wê re ji kar hatiye derxistin û wiha dirêjî dayê: “Ji wê rojê de ye em berxwe didin. Em ji bok ed, mafê xwe berxwe didin. Hewcedarî bi karê çandî yê vî welatî heye. Min dersa sazê dida. Min koroya zarokan dida xebitandin. 84 xwendekarên min hebûn. Bi me re ew jî ji qursan hatin derxistin. Ev ne tiştekî raste.”
 
Hinceta ji kar derxistinê: Karker zêde ne
 
Zeynep Kiliç bi lêv kir ku qeyûm bi hinceta ‘ji sedî 40 karker zêde ne’ ew ji kar derxistine û got: “Em rojê sê saetan nobetê digirin. Hevalên me, gel, sazî piştgiriyê didin me. Em di nobetê de brnameyan pêk tînin. Mamosteyê mey yê şanoyê şanoyan lîze. Me roja înê bi koroya xwe ya jin û zarokan li vir bername çêkir. Emê bernameyên xwe bidomînin.”
 
‘Qeyûmê berê jî heman tişt kiribû’
 
Zeynep Kiliç wiha vegot: “Daxwaza me ev e ku em vegerin karê xwe. Heta nobeta me encamê negire em ê bidomînin. Qeyûmê berê jî heman tişt kiribû. Çawa hatin qada çand û civakî pasîvîze kirin. Niha jî rewş hemane.”