Ji Enqerê dengê berxwedanê: Em hêza xwe bi rêxistin dikin

  • 21:04 25 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Jinên li Enqereyê ji bo 25’ê Mijdarê daketin kolanan, li dijî tundiya mêr û dewletê, polîtîkayên bêcezahiştinê, xizanî û şer nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Em ê dev ji mafên xwe, jiyana xwe û ji hevdu bernedin. Em hêza xwe bi rêxistin dikin û têkoşînê berfireh dikin.”
 
Platforma 25’ê Mijdarê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan meşek li dar xist. Girse li ber peykerê Mafê Mirovan a cahdeya Yuksele ya navçeya Çankaya ya Enqereyê kom bûn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, endam û nûnerên saziyên jinan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girseyê pankara li ser, “Li dijî tundiya dewleta zilam em cesaretê bi rêxistin dikin û têkoşînê bilind dikin” vekirin. Her wiha girseyê dowîzên nivîsên qala têkoşîna jinan dike li ser bûn jî rakirin.
 
Bi hezaran jinên ku li ber peykerê mafê mirovan kom bûn bi berzkirina dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Ne edaleta zilam lê edalata rast” û “Bijî hevgirtina jinan” heta rêya Sakaryayê meşiya. Li rêya Sakaryayê demekê dirêj girse stran gotin û dirûşm berzkirin. Piştre jî li vir daxuyanî hat dayin. Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê aktivîsta TJA Nezahat Çalpan ve hat xwendin.
 
‘Li dijî pergala mêr li qadan in’
 
Nezahat Çalpan bi lêv kir ku ew li dijî serdestiya pergala zilam li qadan in û wiha got: “Dosyaya Gulistan Doku ku zêdetirî şeş sal in heqîqeta wê tê veşartin, nîşan da ku çawa kuştina jinan wekî “xwekuştin” tê nîşandan û ser tê girtin. Têkoşîna ku em ji bo Gulistan Doku dimeşînin, em ji bo Rojîn Kabaîş û Başak Gurkan jî didomînin. Em beraeta Mûsa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er qebûl nakin! Em ne edaleta mêr, edaleta rastîn dixwazin! Heta ku hemû mirinên biguman bên ronîkirin û hemû berpirsiyar hesab bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.Tundiya mêr-dewlet a ku hewl dide me bitirsîne û heps bike, dê li hember têkoşîna me ya rêxistinkirî têk biçe. Em dest ji mafên xwe, ji jiyana xwe û ji hev bernadin. Li dijî tundiya mêr-dewlet em cesaretê bi rêxistin dikin, têkoşînê mezin dikin.”
 
Piştî daxuyaniyê li rêya Sakaryayê girse dirûşm berz kirin û demekê dirêj stran gotin.