Li Silêmaniyê li dijî tundiyê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

  • 19:38 25 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora 8’ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê li dijî kuştin û xweşewitandina jinan li Silêmaniyê kampanya da destpêkirin. Starta kampanyayê ji bo zext xistina ser desthilatdaran ji bo cîbicîkirina yasa û cezakirina sûcdaran bi komkirina îmzeyan hate dayîn.
 
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li ber Parka Baxê Giştî ya Silêmaniyê Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê bi dirûşmeya “Bêdeng Nebin, bi Me re Bin” bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanyaya li dijî qetilkirin û xweşewitandina jinan da destpêkirin.
 
Endama Komîteya Amadekar ya Kampanyaya li Dijî Kuştin û Xweşewitandina Jinan Şede Beşîd di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “Zêdebûna kuştin û tundiya sîstematîk a li dijî jinan bi hinceta ‘namûs’ û kontrolê nêrînek muhafezekar û mêrsalare. Berpirsiyarên sereke yên vê rewşê çanda newekhev, minber, qanûn û dadgehin ku tundiyê teşwîq dikin û sûcdaran bê ceza dihêlin.”
 
Di dewamê de bal kişand ser daneyên tundiya li ser jinan û wiha axivî; “Li gorî daneyên nefermî yên Tora 8’ê Adarê, li Herêma Kurdistanê di sala 2024’an de 48 û di sala 2025’an de jî 69 jin hatine qetilkirin. Ji destpêka sala 2026’an vir ve, 57 jin hatine qetilkirin û sê jinan jî xwe kuştine; Ev rewş ji bo nirxandina rast a diyardeyê tedbîrên lezgîn û peydakirina daneyên fermî hewce dike.”
 
Şede Beşîr di dewamê de daxwazên sereke yên kampanyayê bi vî awayî rêz kir;
 
“* Tomarkirina dozên qetilkirina jinan.
 
* Nirxandina qanûnan (rewşa kesî, têkoşîna li dijî tundiya navmalê, cezakirin û bicîhanîna qanûnên Iraqê).
 
* Cezakirina sûcdaran bê cudakarî.
 
* Avakirina dadgeheke taybet ji bo qetilkirina jinan.
 
* Peydakirina cihekî ewle, alîkariya hiqûqî, ji bo jinên ku rastî gefan tên.
 
* Perwerdehiya saziyan, perwerdehiya taybet ji bo polîs, dadweran.
 
* Redkirina hemû hincetên rûmet, kevneşopî an ol.
 
* Beşdariya medyayê, saziyên perwerdehiyê û civaka sivîl.”
 
Her wisa Berpirsa Rêxistina Azadbûn û Endama Tora 8’ê Adarê, Geşe Dara Hefîd jî axivî û wiha got; “Em kampanyayek ya îmzeyan didin destpêkirn. Daxwaznameyek fermî ya Tora 8ê Adarê û Hevpeymaniya Jinên Kurdistanê arasteyî desthilatdarên Herêma Kurdisatnê, aliyên navneteweyî û raya giştî dikin.”
 
Geşe Dara Hefîd got; “Ew daxwaza pêkanîna bêalî ya qanûnê, cezakirina demildest ya sûcdaran, redkirina hincetên ‘namûsê’, dabînkirina stargeh û parastinê ji bo jinên ku rastî gefan hatine, hesabpirsîna ji bo paşguhkariya saziyan û hişyarkirina civakê dike. Li ser vî bingehî welatiyan vedixwînin ku daxwaznameyê îmze bikin.”