Li Mûşê peyama têkoşîna li dijî tundiyê
- 15:59 16 Mijdar 2026
- Rojane
MÛŞ –Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, li Mûşê standek hat danîn da ku balê bikişîne ser pirsgirêka tundiya li dijî jinan.
Şaredariya Mûşê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinande, li Qada Bajêr daxuyaniyeke çapemeniyê da. Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Koordînatora Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mûşê Işik Akman, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew li dijî newekheviya zayendî têdikoşin. Işik Akman got: "Em li dijî tundî, xizanî û girêdayîbûna ku ji ber newekheviya zayendî zêdetir bûne, her wiha li dijî her cûre îstismara ku li ser xwezaya me û keda me tê kirin, dengê xwe bilind dikin. Dirûşma me zelal e: Bi hêza xwe û vîna xwe ya azad, êdî dema jinan e."
Piştî daxuyaniyê, li standa ku li qadê hatibû danîn, derbarê cureyên cuda yên tundiya li dijî jinan de agahî hatin dayîn û broşûrên ku behsa Qanûna hejmar 6284 dikin, hatin belavkirin.







