Li Nisêbînê zarokek hat qetilkirin

  • 15:42 16 Mijdar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN- Li Nisêbînê Bariş Şener ê 17 salî bi alavê jêkirinê hat qetilkirin.
 
Li taxa Girmevaz a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li zeviyekê hewl hat dan ku Bariş Şener qetil bikin. Bariş şener ê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Bariş Şener ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê û di lêpirsîna ku hat kirin de 3 kes hatin binçavkirin.