Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

  • 13:47 16 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Platforma Saziyên Demokratîk di çalakiya nobede ya vê heftê de li ber Wezareta Dadê bertek nîşanî cara 5mîn astengkrina berdana girtî Hîcran Bînîcî dan û xwestin sepanên li dijî hiqûqî ya li dijî girtiyan pêk tên bên bidawîkirin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk di hefteya 5emîn a nobedê de tekildarî girtiya siyasî Hîcran Bînîcî ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ragirtiyê û berdana wê cara 5an hat dirêjkirin li ber Wezaretê Dadê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên demokratik û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de girsê dovîzên li ser wêneyê girtiyên siyasî û nivîsên azadiya girtiyan dixwest li ser hebû rakirin. Girsê dirûşmeyên, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin. Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Nesîl Çîftçî daxuyanî xwend.
 
Nesîl Çiftçî bi lêv kir ku ew li ber Wezareta Dadê careke din bê hiqûqiya li dijî girtiyên siyasî ya di girtîgehan de tê jiyîn tînin ziman û wiha axivî: “Desteya Rêveberiyê ya Girtîgehan destûra bingehîn daniyê aliyekî û bi biryarên keyfî berdana girtiyan asteng dike. Em dibêjin: “Hicran Bînîci bi kîjan sedemê zêdetirî 2 salan e azadiya wê ji destê wê hatiye girtin? Çima mafê wê yê berdana bi şert tê asteng kirin? Ji bo ku zêdetirî du salan e li girtîgehê tê girtin, tu bingehek hiqûqî tune ye; navê vê pratîkê îşkence ye; ev bi eşkereyî sûcê sînorkirina azadiyê ye. Berdana Hîcran Bînîci ya ku 33 salan e di girtîgehê de ye, li ser nirxandina Lijneya Birêvebirin û Çavdêriyê pêşî 3 meh, paşê 6 meh, dû re 9 meh û piştre jî bi biryara dîroka 10.09.2026 salek din hat paşxistin. Em dipirsin: Lijneya Birêvebirin û Çavdêriyê çi ye? Gelo dadgeh e? Armanca vê lijneyê çi ye ku dikeve pêşiya dadgehê û mafên azadiya mirovan ji holê radike? Ev sazî desthilatdariyê ji ku distîne?”
 
‘Divê ev pratîka bêhiqûqî û keyfî ya ku “ceza di nav cezayê de” diafirîne bi dawî bibe’
 
Nesîl Çîftçî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berdana Hîcran Bînîcî ji ber fikir û ramanên wê yên siyasî hatiyê dirêj kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di girtîgehan de, Destûra Bingehîn û prensîbên mafên mirovan ên gerdûnî paşguh têne kirin û bi rêya rêziknameyan rejîmeke sîstematîk a binpêkirina mafan tê meşandin. Biryarên şewitandina cezayên keyfî, asteng kirina berdanê û pratîkên ku jiyana girtiyên nexweş dixin xetereyê, ku bi destê lijneya çavdêriyê tên meşandin, hiqûqê radestî desthilatiya bêsînor a îdareyê dikin. Hefteya borî me li ser navê Pînar Tikît daxuyanî dabû; em li benda azadkirina wê bûn, lê heman rojê me bihîst ku lijneya çavdêriya îdarî berdana Pînarê cara 3yemîn ji bo 9 mehan dirêjkiriye. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û Pînar Tikît bi lêz were berdan. Di şexsê Hîcran Bînîcê de, em ê salek paşxistinê li ku dera jiyana mirov bi cih bikin? Vê paşxistinê cara 5emîn berdana wê asteng kir û dîroka civîna din a Lijneyê 9ê Îlona 2027an hatiye diyar kirin; em ê vê rastiyê bi kîjan hiqûqê rave bikin? Divê ev pratîka bêhiqûq û keyfî ya ku “ceza di nav cezayê de” diafirîne bi dawî bibe.”
 
Nesîl Çîftçî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Newroz Bozkurt a ku ji ber rewşa wê giran bû ye û ew rakirin nexweşxaneyê. Çîftçî xwest Newroz Bozkurt ji demek ji ya din zûtir bê berdan.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.