Xwendekarên Rojava nehiştin şandeya hikumetê ji zanîngehê biçe

  • 12:55 16 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Roajva nehiştin ku şandeya hikumeta demkî ji zanîngehê derkeve û xwestin, dest ji biryara girêdana zanîngehê bi Zanîngeha Firatê ve berde û statuya fermî ya Kurdî bê naskirin.
 
Şandeyeke hikûmetê demkî ya Şamê bi rêveberiya Zanîngeha Rojava re civîn lidar xist û li ser entegrekirina zanîngehê bi zanîngehên Sûriyeyê re gûtûbêj kir. Piştî civînê xwendekaran rê li ber şandeyê girtin, nehiştin derkevin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Xwendekaran piştî ku civîn bi dawî bû, şandeyê dorpêç kirin, qebûl nekirin ku heta daxwazên wan neyên bihîstin ji zanîngehê derkevin.
 
Hêrs û xwepêşandana xwendekaran li hember 2 biryaran derket ku xwendekar wan napejirînin. Ya yekem biryara Wezareta Perwerdeyê ya betalkirina hevyazbariya ji bo çend fakulteyên li Zanîngeha Rojava ye. Ya duyemîn, biryara tevlîkirina zanîngehê bi Zanîngeha Firatê re ye.
 
Xwendekar dibêjin ku tevlîkirin ne gaveke rêxistinî ye, lê belê hewldanek e ji bo jêbirina nasnameya zanîngehê.
 
Xwendekaran diyar kir ku di salên şoreşê de, Zanîngeha Rojava xweseriya xwe ya rêveberî û akademîk parastiye, bernameya xwendinê, ziman û şêwaza rêveberiya xwe parastiye. Lewma her biryarek ku vê xweseriyê ji holê rake, tê wateya hilweşandina her tiştê ku bi salan hatiye kirin.
 
Civîna di navbera şandeya hikumetê û rêveberiya zanîngehê de bêyî ti ravekirinekê bi dawî bû. Ne rêveberiya Zanîngeha Rojava û ne jî şandeya hikûmetê encamên civînê eşkere nekirin, ku vê yekê hêrsa xwendekaran hîn zêdetir kir.