Li Stenbolê şahiya ciwanan
- 21:00 14 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Komîna Çand û Hunerê ya Ekînê û Komeleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê bi tevlibûna Koma Hevra li Stenbolê şahiya ciwanan li dar xist.
Komîna Çand û Hunerê ya Ekînê û Komeleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê şahiya ciwanan li dar xist. Şahî li Navenda Çandê ya Adem Başturk a navçeya Esenlerê hate lidarxistin. Ciwan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana ciwanan” û bi pankarta “Dema Serkeftinê” ketin eywanê. Li eywanê pankartên “Navê me ji zimanê me, hêza me jî çanda me tê” hate vekirin.
Şahî bi rêzgertina cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Paşê Komîna Şanoyê ya Komîna Çand û Hunerê ya Ekînê şano lîst.
Piştî şanoyê Koma Govendê ya KAYY-DER'ê derket li ser dikê û govend gerandin.
Şahî bi konsera Hevra bi dawî bû.







