'Bila girtîgeh nebin cihên mirinê'
- 15:43 11 Mijdar 2026
- Rojane
RIHA - HevberdevkaTUAY-DER'ê ya Rihayê Ayla Ozturk, diyar kir ku muameleya li hember girtiyan li dijî pêvajoya hiqûqî ye û got: “Divê girtîgeh nebin cihên ku bi nebûna xizmeta tenduristiyê û mirinan tên naskirin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û mafê wan ê jiyanê bê misogerkirin.”
Şaxa Rihayê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş de daxuyanî da çapemeniyê . Di çalakiya ku li pêşiya Edliyeya Rihayê pêk hat, gelek welatî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
Di çalakiyê de pankartek hat vekirin ku li se dirûşma “Bi hêviya berxwedana ku li nava girtîgehan deng vedide, em ê jiyaneke azad ava bikin” hatibû nivîsandin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Daxuyanî ji aliyê, Hevberdevka Şaxa Rihayê ya TUAY-DER'ê Ayla Ozturk ve hat xwendin.
'Pêvajoya dermankirina Tuncer Sağlam divê were lêkolînkirin’
Ayla Ozturk bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku Tuncer Saglam yê ku di 7'ê Mijdarê de li Nexweşxaneya Eltik a Enqereyê jiyana xwe ji dest da rûbirûyê wan bûye,û amaje bi Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî yên curbecur kir. Ayla Oztur got, “Derengxistina dermankirina Tuncer Sagam û bersivnedana serlêdana wî ya ji bo taloqkirina cezayê wî, divê ji her alî ve werin lêkolînkirin.”
‘Divê girtîgeh nebin cihên mirinê’
Ayla Ozturk anî ziman ku her çend pêvajoyeke ji bo avakirina aştiyê hatiye destpêkirin jî lê awayê nêzîkbûna li girtiyên nexweş li dijî vê pêvajoyê ye û got, “Divê girtîgeh nebin cihên ku bi nebûna xizmeta tenduristiyê û mirinê tên naskirin. Ev windahiya bi êş careke din nîşan da ku ji bo misogerkirina mafê jiyanê, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê ev kiryarên neqanûnî yên li dijî girtiyên nexweş demildest bên rawestandin û astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşberî berdana wan bên rakirin. Armanca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku dawî li sedsalek înkarê bîne û têkiliyeke dîrokî ya wekheviyê xurt bike. Azadnekirina girtiyekî ku li ber mirinê ye jîêrîşeke eşkere ye hem li ser vê pêvajoyê û hem jî li ser prensîbên wekheviyê.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxedana zindanan” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.







