Li Qelqeliyê li ser cureyên tundiyê atolye hat lidarxistin

  • 15:29 11 Mijdar 2026
  • Rojane

WAN - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li Qelqeliyê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) atolyeyek li ser cureyên tundiyê hat lidarxistin.
 
Li navçeya Qelqelî  ya Wanê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Naveneteweyî de , bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) atolyeyek hat organîzekirin, endama şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ÖHD) Sîmîn Atabay, wekî axafvan beşdarî atolyeyê bû. Herwiha gelek jinên din jî beşdarî heman atolyeyê bûn.
 
Di rûniştinê de, derbarê şêwazên cuda yên tundiyê de agahî ji beşdaran re hatin dayîn. Di atolyeyê de hat destnîşankirin ku tundî tenê bi êrîşa fîzîkî sînordar nîne; mijarên wekî tundiya derûnî, aborî, dîjîtal û zayendî jî hatin nirxandin. Her wiha, broşûrên ku agahî derbarê Qanûna Hejmar 6284 de dihewandin, li jinan hatin belavkirin.